• DOLAR 32.347
  • EURO 35.087
  • ALTIN 2308.804
  • ...
"Gelo zarokên Kurdan ji bo artêşa Esed cardin li herêmê bi cî bibe canê xwe ji dest dan?"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zekerîya Yapiciogluyê Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê beşdarî bernameyeke Rudaw TVyê bû û derheqê “Harekata Kanîya Aştîyê” de nirxandinan  kir.

Yapicioglu di nirxandina xwe ya ku kir de derheqê helwesta hikûmetê de wisa axivî: “Hikûmet bi devkî dibêje ku meqsada wan tuneye ku ew li rojhilata Feradê mayînde bimînin, dîsa heman hikûmet dibêje; hedefa me ew e ku YPG digel çekên xwe yên giran ji ser sînor bê dûrxistin û ti hêmanên gefxwarinê li ber sînor nemîne. Ev yek pêk hat. Di daxuyanîyên ku tên dayîn de tê gotin ji vê gavê pê ve artêşa Sûrîyê an jî hêzeke din li vê derê bi cî dibe bila bibe ev yek ne muhîm e. Encax weke ku me got ev yek gotinên wan e. Bi devkî van tiştan dibêjin, lê belê di niyeta wan de çi heye em nizanin.Lê em dixwazin ku gotinên wan rast bin.”

 “Ev qas zarokên Kurdan ma artêşa Esed cardin li herêmê bi cî bibe canê xwe ji dest dan?”

Di bernameya ku hat  lidarxistin de ji Zekerîya Yapicioglu pirsa “Tirkîye dibêje ew ê li Rojava nehêlin ku ‘korîdoreke terorê’ bê damezrandin. Biya we Tirkîye di vê endîşeya xwe de heqdar e?” hat kirin. Yapicioglu pirsa ku jê hat kirin wisa bersivand: “Hûn û exlebeyê Kurdan ji wê herêmê re dibêjin Rojava. Lê belê ew kesên li wê derê(PYD-YPG) ji wê herêmê re dibêjin ‘Birêveberîya Xweser a Sûrîyeya Rojhilata Bakûr.’ Em dibêjin PYD-YPG ew dibêjin  Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê. Hetta dema ku civînan li dar dixin û di wan civînan de bi Kurdî tê axavtin û navê Rojava tê bilêvkirin ew kes dibêjin ‘di nav me de birayên me yên Ereb hene, ne bi Kurdî bi Erebî biaxivin.Dema ku hûn dibêjin Rojava ew ji vê gotinê aciz dibin.’ Bi rastî jî ew îqtîdara li wê derê îqtîdareke çawa ye ku bê yekê naxwaze bibîne. Biya me ew îqtîdara li wê derê îqtîdareke yekalî ye. Bi gotineke din ew îqtîdara li wê derê ne îqtîdara Kurdan a PYD-YPGê ye.

Di sala 2011an de dema ku li Sûrîyê şerê navxweyî dest pê kir di nav çend mehan de artêşa Sûrîyê ji Kurdistana Sûrîyê vekişîya. Di navbera artêşa Esed û PYDê de ti bûyer neqewimîn û pevçûn derneket. Lê belê PYD rabû û got ku ‘me şoreş pêk anî û Kurdistan damezrand.’ Biya min ji xwe di vî warî de li hev kiribûn û Esed bi vî şertî Kurdistana Sûrîyê ji wan re berda û wê derê terk kir. Lê belê PYD-YPG xebat dan destpêkirin da ku partîyên Kurdan ên li wê derê ji holê  bên rakirin û ew vê yekê ji xwe re karê herî muhîm dît. Di heyamên ewil de 16 partîyên Kurdî li wê derê hebûn, ka niha çend heb li wê derê mane? Dema ku DAIŞ êrîlî Kobanê kir, Pêşmerge ji Derîyê Sînor a Xabûr derbas bû û çû desteka YPGê. Piştî ku DAIŞ li Kobanê têk çû re YPG çi got? ‘Ji xwe Pêşmerge alîkarîyeke ciddî ji me re nekir. Me Kobanê ji destê DAIŞê derxist’ Madem Kobanê hat rizgarkirin, wê çaxê çima ew Kobaneyîyên ku li Kurdistana Iraqê û li vê derê dijîn çima venagerin Kobanê? PIŞTÎ KU Tırkîye, Amerîka û Rûsya li  hev kir re artêşa Esed vegerîya wê korîdora ku dihat xwestin li Rojavayê bê sazkirin. Dîsa ti bûyer pêk nehatin û berik neteqîyan. Ev qas zarokên Kurdan ma da ku artêşa Esed cardin li herêmê bi cî bibe canê xwe ji dest dan?”

“Kurd dixwazin ku ji zilma PYDê rizgar bibin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Pêwendîyên me digel Kurdên Rojavayî re heye, em bi ser hev de diçûn û tên û van mijaran xeber didin. Her çi qas di çapemenîyê de derneyê jî bi rastî ew dixwazin ku ji zilma PYDê xelas bibin. Lê ne weke ya Efrînê’ û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “PYD li Efrînê zilm kir.Piştî ku Tirkîye derbasî wê herêmê bû ew komên ku ji wan re Artêşa Azad a Sûrîyê dihat gotin û Tirkîye destek dida wan li Efrînê zilma ku dihat kirin domand. Heta dibe ku zilma ku wan kiribe ji ya PYDê xirabtir be jî. Ger Tirkîye di vê harekatê de dîsa bikeve heman xelatîyê û îdareya herêmê bide wan komên çekdar ên ku ji wan re tê gotin Artêşa Azad a Sûrîyê, dê rewş xirabtir û nebaştir be.”

“Roj roja yekîtîyê ye. Ger Kurd di nav xwe de bibin yek, ew ê hemû kes li hember wan bi hûrmet bin”

Di berdewama bernameya ku hat tertîkirin de Yapicioglu pirsa “Kurd divê çi bikin?” wisa bersivand: “Roj roja yekîtîyê ye. Ger Kurd di nav xwe de bibin yek, ew ê hemû kes li hember wan bi hûrmet bin.’ Ji ber vê bersiva Yapicioglu pirsa “Yekîtîyeke çawa be, Kurd çawa dikarin werin ba hev?” jê hat kirin û ew jî pirsê wisa bersivand: “Gelek rêxistinên Kurdan hene. Mesela PKK ji yekîtîyê çi fam dike? Dema ku qala yekîtîyê tê kirin tiştê ku eqlê PKKê ev e; ‘bila hemû kes di bin ala min de werin ba hev û tabiê min bibin.’ Ew ji serokê xwe re jî dibêjin ew serokê neteweyî yê gelê Kurd e. Ew dixwazin ku hemû kes bibin murîdên wan û serê xwe li ber wan bitewînin. Li gorî wan ger wisa bibe ew ê di nav Kurdan yekîtî bê çêbibe. Li gorî wan ew Kurdên ku ku vê fikra wan qebûl nakin an bên eciqandin an jî bê kuştin. Hetta dibe ku ew li ser qebra wan Kurdên ku dikujin govendê bigirin û bibêjin ‘vaye Kurd bûn yek.’ Di navbera rêxistinên Kurdan de cûdahî hene, her yek xwedî fikrekê ye. Hinek ji wan çepgir, hinek Îslamî û hinek jî an demokrat an jî lîberal in. Hewce nake Kurdên ku wek hev nafikirin hevdû bikujin û xwîna hev birjînin.”

 “Ger operasyon li dijî Kurdan hatibe kirin ew ê wê demê helwesta me cûda ba”

Yapicigolu di berdewama axavtina xwe de derheqê operasyona ku ji teref Tirkîyê ve hatiye destpêkirin de nirxandinan kir û wiha got: “Ger operasyon li hember Kurdan bê kirin ew ê rewş biguhere. Lê belê bi qasî ku tê dîtin operasyon li dijî PKK/PYDê tê kirin. Ez ji vê yekê bawer dikim, ger min ji vê yekê bawer nekiriba ew ê helwesta min cûda ba. Di sala 2017an de li Herêma Kurdistanê referandûm hat kirin ji bo xweserîyê. Helwesta me ya derbarê vê mijarê de diyar e. Me wê çaxê Tirkîyê rexne kir. Ger min bawer kiriba PYD temsîlkarê Kurdan e, ew ê wê demê helwesta min a li dijî operasyonê hatiba guhartin.Lê biya min YPG ji bo Kurdan şer nake.YPG ne rêxistineke Kurdî ye. YPG wan Kurdên ku dixwastin li dijî zilma Esed rabin li ser pîyan kuşt û derket holê.YPG 8 salan wê derê ji bo Esed parast û niha jî teslîmî wî dike.”

“Ger AK Partî guh daba gotinên me dê rewş cûdatir ba”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de derheqê gotinên “AK Partî bîya HUDA PARê dike û ehemîyetê dide nêrînên wî” de wisa axivî: “Xwezî wisa ba. Ger ev yek rast bana, em ê nehiştibana ku xeletîyê bikin.Ger hikûmet guh daba gotinên me dibû ku îro ne divî halî daba.Em  ti carî nabêjin filan kes vê yekê got ev yek derew e, filan kes filan tiştî got ev yek rast e. Em dibêjin em ê tev bimirin û derkevin hizûra Xwedê. Ew kesên ku ji Xwedê ditirsin û hisaba axretê dikin netîce çi dibe bila bibe ji neheqîyê natirsin û di pey edaletê de diçin.”

Di dawîya bernamê de ji Yapicioglu pirsên “Gelo li Tirkîyê edalet heye? AK Partî çi tiştî diparêze?’ hatin kirin. Yapicioglu van pirsan jî wisa bersivand:

“Bes ne li Tirkîyê li temamê dinyayê edalet tune ye. Lewra Îslam tune ye. Misliman hene û Îslam tuneye.”

“Em partîyele Îslamî ne. Ger hûn ji AK Partîyê bibêjin partîya Îslamî, ew ê bi xwe vê yekê qebûl nekin. AK Partî partîyeke muhafazakar e. Muhafazakarê pergalê.”(ÎLKHA)

]]>

Bu haberler de ilginizi çekebilir