• DOLAR 32.596
  • EURO 34.703
  • ALTIN 2521.476
  • ...
Talîban:Me di 3 mehan de zêdetirî 7 hezar leşkerên Amerîka û hikûmeta Kabîlê kuşt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Talîban ve derbarê êrîşên ku di 3 mehên dawî de ji teref wan ve li Efxanistanê hatin kirin de raportek hat weşandin. Di raporta ku hat weşandin de hat diyarkirin ji teref wan ve di 3 mehan de tevde 4 hezar û 70 êrîş hatine lidarxistin, ji van 12 “çalakîyên fedaîyê” ne û dû re wiha hat diyarkirin:“Di 3 mehan de me zêdetirî 7 hezar  leşkerên Amerîka û hikûmeta Kabîlê kuşt. Her wisa di êrîşan de 4 hezar û 314 leşker jî birîndar bûn.”

Derbarê DAIŞîyên ku li Efxanistanê teslîmî hikûmeta Kabîlê bûn de jî daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin DAIŞîyên ku li Nangarharê di bin dorpêça Talîbanê de man teslîmî hêzên hikûmeta Kabîlê ya ku Amerîka piştgirîyê didiyê bûn.(ÎLKHA)

]]>

Bu haberler de ilginizi çekebilir