• DOLAR 32.371
  • EURO 35.039
  • ALTIN 2325.83
  • ...
Parlementoya Tunusê ji bo Xazzê banga alîkarîyê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Tunusê piştî ku Serokê Parlementoya Tunusê hat hilbijartin re di niştina yekemîn a di parlementoyê de ew êrîşên ku ji teref siyonîstên terorîst ve li hember Xazzê hatin kirin, hatin şermezarkirin û hat diyarkirin xelkê Tunusê bêşert û merc destekê dide gelê Filistînê.

Di niştina ewil a ku  li Parlementoya Tunusê hat lidarxistin de li ser navê Serokê Meclîsê Raşîd El-Gannûşî danezaneke hat belavkirin.

Di danezana ku hat belavkirin de ew êrîşên ku ji teref siyonîstên terorîst û îşxalker ve li Xazzê tên kirin hatin şermezarkirin û û dû  re hat diyarkirin ku gelê Tunusê her tim bêşert û merc li ba gelê Filistînê ye û destekê didiyê.

Her wisa Serokatîya Meclîsa Tunusê jî derbarê êrîşên ku ji teref siyonîstan ve tên kirin de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de ji bo wan kesên ku şehîd bûne rehmet û ji bo kesên birîndar jî şifaya xêrê ji Xweda hat telebkirin.(ÎLKHA)

]]>

Bu haberler de ilginizi çekebilir