• DOLAR 32.506
  • EURO 34.981
  • ALTIN 2435.104
  • ...
Li Stenbolê êrîş: Ji heman malbatê 3 kes canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Pendîka Stenbolê kesekî êrîşkar bi çeka xwe êrîş bir li ser kesên di marketê de, di encama êrîşa ku hat kirin de 3 kes canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Bûyer derdora 09.30î de li Pendîlê di marketekê de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kesê bi navê A.E. êrîş bir li ser kesên di marketê de. Di encama êrîşa ku hat kirin de ji heman malbatê 3 kesên bi navê Orhan Yilmaz, Rabîa Yilma û Ahmet Yilmaz canê xwe ji dest dan û Ayhan Yilmaz jî briîndar bû.

Hat hînbûn êrîş ji ber meseleya xwestina qîzê pêk hatiye.

Kesê êrîşkar hat binçavkirin.(ÎLKHA)

]]>

Bu haberler de ilginizi çekebilir