• DOLAR 32.489
  • EURO 35.009
  • ALTIN 2433.765
  • ...
Saglam ji bo fermandarê Filistînî yê ku ji teref siyonîstan ve hat şehîdkirin peyam weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Baha Abu el-Attayê fermandarê Tugayên Qudsê û xanima wî doh di êrîşa terorîstên siyonîst ve li mala wan hat kirin de şehîd bûn.

Ji ber minasebeta şehîdbûna Baha Abu el-Attayê fermandarê Tugayên Qudsê û xanima wî  ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ve peyameke tazîyê hat weşandin.

Saglam di peyama xwe ya tazîyê de derbarê mijarê de wisa got: “Ez bi xemgînî hîn bûm ku Baha Abu el-Attayê fermandarê Tugayên Qudsê û xanima wî û her wisa lawê Ekrem el- Acurî û endamekî wan ji teref çeteyên terorê yên siyonîstan ve hatine şehîdkirin. Ez ji bo Harekata Cîhada Îslamî, malbata şehîdan û xelkê Filistînê tazîyeyên xwe tînim zimên û ji bo birîndaran jî şifayê teleb dikim.”

Saglamê ku banga rawestandina îşxalê kir di berdewama axavtina xwe de wisa got: “Ez vê êrîşê şermezar dikim. Em bendewar in ku camîaya navneteweyî vê hovîtîya siyonîstan û îşxala wan bidin sekinandin. Ez hêvî dikim em xwînên ku diherikin bibin wesîle ku ummmet şiyar bibe.”(ÎLKHA)

]]>

Bu haberler de ilginizi çekebilir