• DOLAR 32.338
  • EURO 35.209
  • ALTIN 2247.853
  • ...
Morales ji Bolîvyayê veqetîya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Serokê Dewleta Bolîvyayê Evo Morales piştî ku ji wezîfeya xwe îstîfa kir re ji welêt veqetîya û çû Meksîkayê. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin teklîfa strînê ji teref Meksîkayê ve li Morales hatiye kirin û ew jî vê teklîfê qebûl kiriye.

Morales derbarê mijarê de ji ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Morales di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de wisa got: “Ez diçim Meksîkayê. Ez ji wan birayên xwe yên ku ji bo rizgarkirina me hewl dan re teşekur dikim. Ji ber sedemên siyasî ez ji welêt vediqetim. Ev yek min xemgîn dike. Lê belê ez ê bi şikleke qewettir vegerim.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir