• DOLAR 32.346
  • EURO 35.205
  • ALTIN 2247.386
  • ...
Rêzefîlmên Tirkan ên ku “dijberîya çand û exlaqa civata Kurdan dikin” dê bên sînordarkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Wezareta Xortanî û Ciwanîyê ya Herêma Kurdistana Iraqê  daxwaz kir ku, rêzefîlmên Tirkan ên ku “Dijberîya çand û exlaqa civata Kurdan dikin” li Kurdistana Iraqê bên sînordarkirin.

Sîrwana Osmanê Midûrê Daîreya Ragihandin û Çapemenîyê yê ku girêdayîyê wezaretê ye derbarê mijarê de daxuyanîyek da.

Osman di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew ji temamê televîzyonên ku navendên wan li Hewlêrê ne re talîmat şandine da ku rêzefîlmên bi vî awayî bên sînordarkirin.

Di teblîxata ku di 15ê Îlona sala 2019an de ji teref Wezîrê Karên Diyanetê yê Herêma Kurdistanê Piştewan Sadiq ve ji bo Wezareta Xortanî û Ciwanîyê hatibû şandin de, hatibû diyarkirin di encama xebatên ku hatin kirin de hat tespîtkirin sedema talaqên ku di van heyamên dawî de di nav civakê de  zêde bûne rêzefîlmên Tirkan in.

Di berdewama teblîxatê de hatibû diyarkirin  ev rêzefîlmên ku qala wan tên kirin “ji exlaq û çanda cıvata Kurdan re dijberîyê dike.”

Berî vê çendakî jî ji teref Sazîya Micadeleya Bi Tundîya Ku Li Jinan Tê Kirin ê Herêma Kurdistanê ve hatibû daxwazkirin,  ji ber ku rêzefîlmên Tirkan “exlaqa civakê xera dike” bila weşandina van rêzefîlman bên sînordarkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir