• DOLAR 32.602
  • EURO 34.811
  • ALTIN 2493.749
  • ...
Îttîhadul Ulema "4emîn Hevdîtina Aliman" tertîp kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yekîtîya Medrese û Aliman dawîya vê heftîyê li Diyarbekirê bi beşdarbûna gelek aliman  "4emîn Hevdîtina Aliman"  tertîp kir. Civîna ku hat tertîpkirin 2 rojan berdewam kir û wek 4 niştinan hat tertîpkirin.

Ji  Kurdistana Iraq, Tirkîye, Sûrîye û Îranê  gelek alim beşdarî civînê bûn. Di civîna ku 2 rojan wek 4 niştinan berdewam kir de gelek kes derheqê meseleyên rojane û problemên ummeta Îslamê de axavtinan kirin û ji bo çareserîya probleman çareserîyan anîn zimên.

Bernameya ku di 19ê Cotmehê de bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir di 20ê Cotmehê de bi encamnameya ku bi Kurmancî, Soranî, Erebî û Tirkî hat xwendin bi dawî bû.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir