Hejmara kesên ku di êrîşa li Qoserê de canê xwe ji dest dan derket 3yan
Hejmara kesên ku di êrîşa li Qoserê ji teref PKK/YPGê ve hat lidarxistin de canê xwe ji dest dan derket 3yan.
Hat ragihandin hejmara kesên ku di êrîşa li Qoserê ji teref PKK/YPGê ve hat lidarxistin de canê xwe ji dest dan derket 3yan.
PKK/YPGê ji alîyê Sûrîyê bi roket û hawanan êrîş bir li ser gundê Xerabkorta Qoserê. Di encama êrîşa ku hat kirin de 2 kes canê xwe ji dest dan û 12 kes birîndar bûn. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kesekî din ê ku birîndar bûbû û li nexweşxanê dihat dermankirin digel temamê midaxeleyan canê xwe ji dest da û hejmara mirîyan derket 3yan.
Tê diyarkirin navên kesên ku di êrîşa PKKê de canê xwe ji dest dane wisa ye: Xelîl Turkoglu, Nureddîn Turkoglu û Bedran Turkoglu.(ÎLKHA)