Ji Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê ji bo feqîr û jaran kermes
Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê ji bo kesên feqîr û jar kermeseke ku dê 10 rojan berdewam bike tertîp dike.
Hat ragihandin Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê ji bo kesên feqîr û jar kermeseke ku dê 10 rojan berdewam bike tertîp dike. Kermesa ku li hember Rawestgeha Dolmîşan a li Xaçarêya Înonu ya li Sûra Diyarbekirê hat vekirin ew ê 10 rojan berdewam bike û pere ku ji kermesê bên bidestxistin ew ê ji bo feqîr û jaran bê xerckirin.
Şahîn Elelçîyê Serokê Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê derbarê mijarê de daxuyanî da.
Elelçî di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir “Ew ê kermesa me 10 rojan berdewam bike. Kermes ji bo kesên feqîr û jar tê tertîpkirin. Bi pereyên ku dê ji kermesê bên qezenckirin ew ê ji bo wan kesên feqîr ên ku qeydên wan li ba me hene bên xerc û mesrefkirin. Bi vê armancê vê kermesê vekir.Ger xêrxwazên me di vî warî de ji me re bibin destek em ê ji feqîran re alîkarî bikin.”
Elelçî di berdewama axavtina xwe de diyar kir hinek kesên xêrxwaz destekê didin vê kermesê û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Hinek kes li malên xwe xwarinê çêdikin û tînin vê derê û hinek xêrxwaz jî vê xwarinê ji me dikirin û bi vî awayî ji me re dibin destek.Hinek birayên me yên dikandar jî hinek amûran didin me û ji me re dibin destek.”(ÎLKHA