Li Baxdayê derketina derve hat qedexekirin
Li Baxdaya paytexta Iraqê ji ber xwepêşanên ku berdewam dikin derketina derve hat qedexekirin.
Hat ragihandin li Baxdaya paytexta Iraqê ji ber xwepêşanên ku berdewam dikin derketina derve hat qedexekirin.
Di encama xwepêşanên ku ev bû 3 roj berdewam dikin de heta niha herî kêm 12 kes canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Serokwezîrê Iraqê Adîl Abdulmehdî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Serokwezîr di daxuyanîya de destnîşan kir, ji ber ewlehîya navxweyî qedexeya derketina derve hatiye îlanqkirin.(ÎLKHA)