• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Wesayît û TIR li hev qelibîn: Kesek canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Nurdaxiya Entabê wesayît û TIR li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser Şahrêya Tarsûs-Edenê-Entabê li mewqîya Şatirhoyukê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 42 FDM 10 a ku ajokarê wê Abdurrahman Celepkolu bû û TIRa bi plaqeya 42 CYP 49 a ku ajokarê wê Mehmet Emîn A. bû li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de keseke bi navê Zarîfe Celepkolu canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansê hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)

 

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir