• DOLAR 32.478
  • EURO 34.942
  • ALTIN 2428.724
  • ...
Neteweyên Yekbûyî: Ji bo Mislimanên Rohîngyayî tehdîda qirkirinê berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Ji teref Neteweyên Yekbûyî derbarê Mislimanên Rohîngyayî yên ku bi zilm û wehşeta çeteyên Budîst û artêşa Myanmarê re rûbirû mane de raportek hat amadekirin.

Di raporta ku ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat amadekirin de derheqê mijarê de hat diyarkirin; niyeta qirkirinê ya çeteyên Budîst a li hember 600 hezar Mislimanên Rohîngyayî berdewam dike.

Di berdewama raportê hat diyarkirin hewl tê dayîn ew delîlên jenosîd û qirkirinê  ji holê bê rakirin û dû re derbarê vegerandina Mislimanên Rohîngyayî ji Bangledeşê bo Myanmarê de wiha hat diyarkirin; li gor şert û mercên niha ne mimkûn e ew vegerin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir