Rêjeya bêkarîyê 2.8 puan zêde bû û gihaşt ji sedî 13an
Rêjeya bêkarîyê di meha hezîrana sala 2019an de 2.8 puan zêde bû û gihaşt ji sedî 13an.
Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha hezîranê hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha hezîranê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî 2.8 puan zêde bû û gihaşt ji sedî 13an.
Di daneyên ku hatin belavkirin de hat diyarkirin di meha hezîrana sala 2019an de hejmara bêkaran li gorî heman meha sala borî 938 hezar kes zêde bû û hêjmara bêkaran derket 4 milyon û 253 hezar kesan.
Rêjeya îstîhdamê kêm bû
Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha hezîranê de li gor heman meha sala borî 802 hezar kes kêm bû û daket 28 milyon û 512 hezar kesan.(ÎLKHA)