Îranê destnîşan kir “em ji bo şer amade ne”
Piştî ku Amerîkayê ji wê êrîşa ku li rafîneyên neftê yên Siûd hat kirin Îranê mesûldar nîşan da re Muhafizên Şoreşê destnîşan kirin ew ji bo şer amade ne.
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê, piştî êrîşa ku bi balafirên bê însan li du rafîneyên neftê yên rejîma Siûdî hatin kirin re, ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir. Trump di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir “Êrîş li sehaya neftê ya Erebistana Siûd hat kirin. Em failê bûyerê dizanin û ji bo vê yekê jî sebebek heye. Me berê xwe daye hedefê û li benda teyîdê ne. Lê belê em dixwazin ku failê vê bûyerê ji Qraltîyê bibihîzin.”
Piştî vê daxuyanîya Trump, ji teref Amîr Elî Hacizadeyê Fermandarê Muhafizên Şoreşê yê Îranê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Hacizade di daxuyanîya ku belav kir de wisa got: “Îran her tim ji bo şerekî kamil amade ye. Divê hemû kes vê yekê bizanibe ku Îran xwedîyê mûşekinan wisa ye ku, baregah û keştîyên şer ên Amerîka bi xwe jî di nav de heta 2 hezar kîlometreyan tesîrdar in.”(ÎLKHA)