Li Bîngolê pevçûn: 7 birîndar
Li navenda Bîngolê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di navbera du koman de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 7 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li navenda Bîngolê li mewqîya Beşyolê, ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di navbera du koman de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 7 kes birîndar bûn. Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re polês û ambûlans hatin sewqkirin cihê bûyerê.
Bi mudaxeleya polêsan pevçûn mezin nebû û kesên ku di pevçûnê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê.
Derbarê pevçûnê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)