• DOLAR 32.613
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2523.074
  • ...
Hejmara dayikên ku çalakîyê li dar dixin derket 34an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ev bû 14 roj ew dayik û bavên ku zarokên wan ji teref PKK/HDPê ve hatine revandin li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîya rûniştinê dikin  û dibêjin heta ku zarokên wan neyên ew ê çalakîya xwe bidomîn.  Îro bi beşdarbûna dayikeke din hejmara malbatên ku çalakîyê li dar dixin derket 34an.

Îro dayika bi navê Turkan Mutluya ku eslê xwe ji Mûşê ye û ji qîza wê berî 7 salan hatiye revandin ji Bûrsayê beşdarî çalakîya li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê bû.

Dayika Turkan di daxuyanîya ku da destnîşan kir navbera wê û zilamê wê xera bûbû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rojekê dema ku ez û qîza xwe li derve bûn qîza min a din li min gerîya, ji min re got ku 2 kesên xerîb hatine malê. Dema ku ez çûma malê min dît ku 2 kesên xerîb li mala me rûniştîne. Dema ku min ji wan pirsî hûn kî ne? Ji min re gotin ku em ji BDPê tên û gotin ‘zilamê te dixwaza bi re li hev were.’ Lê belê min qebûl nekir. Min rewşa xwe ji wan re îzah kir. Wê kêlîya qîza min qala me ji wan re kir. Ceylanê pir dan xeberdan. Ceylan ji wan re got ku ez diçim dersxaneyekê. Wan jî jê re gotin ku dersxaneya te li pişta avahîya partîyê ye.  Ji wê rojê pêve ew pê re eleqedar bûn û hewl dan wê hînî xwe bikin.  Ji qîza min re gotin ‘ji îro pêve ew ê bavê te nikaribe zirarê bide te. Êdî em xwedîyê we ne, bavê we jî em in.’ Bi vî awayî Ceylan hînî xwe kirin û ew şandin çiyê.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir