• DOLAR 32.598
  • EURO 34.836
  • ALTIN 2508.878
  • ...
PKKyîyên ku mînîbûsê şewitandin ji teref kamereyan ve hatin qeydkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komek PKKyîyên ku cil û bergên reş li xwe kiribûn doh êvarî li Taxa Kayapinarê mînîbûseke navbajêr sekinandin û piştî ku rêwîyên di wesayîtê de pîya kirin re wesayîtê bi molotofan şewitandin.

Dîmenên bûyera ku doh li nêzî qereqola polêsan pêk hat derketin holê. Di dîmên ku hatine qeydkirin de tê dîtin ku koma PKKyîyan pêşî li ser navê rêxistinê sloganan davêjin û dû  re mînîbûsê dişewitînin.

Di berdewama dîmenên ku hatine qeydkirin de tê dîtin ku ji ber bûyera ku pêk tê zarok û pîrekên ku tirsîyane hewl didin ji cihê bûyerê dûr bikevin û xwe muhafeze bikin.

Li gorî agahîyên ku ji şahidên bûyerê hatine wergirtin 3 kesên çekdar ên ku di nav koma PKKyîyan de bûn ji cihekî cûda ji cihê bûyerê dûr ketine.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir