• DOLAR 32.522
  • EURO 34.798
  • ALTIN 2423.518
  • ...
2 qebrên bi kom ên heyama Seddam hatin dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Musenneya parêzgeha Iraqê 2 gorên bi kom ên Kurdên ku di dewra Seddam de hatibûn qetilkirin û tê de hatibûn binaxkirin hatin dîtin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Bîyabanîya girêdayê bajêra Semaweya parêzgeha Musennaya Iraqê 2 gorên bi kom hatin dîtin. Tê diyarkirin gorên bi kom ên wan Kurdan in ku di dema Seddam de hatine qetilkirin.

Weke ku tê zanîn di navbera Sibat-Îlona sala 1988an de li Kurdistana Başûr li hember Kurdan jenosîd û qirkirineke bi navê “Enfal”ê ji teref Saddam ve hatibû destpêkirin û jenosîda ku hat kirin de 182 hezar Kurd hatin qetilkirin. Exlbeyê van Kurdan li çolên Iraqê bi şikleke zindî hatin binaxkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir