• DOLAR 32.373
  • EURO 35.073
  • ALTIN 2325.319
  • ...
Zêdetirî milyonekî kok kenewîr û 974 kîlo esrar hat bidestxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin di operasyona ku li Licêya Diyarbekirê hat lidarxistin de zêdetirî milyonekî kok kenewîr û 974 kîlo esrar hat bidestxistin.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di operasyonên ku ji teref cendirmeyan ve li Licêya Diyarbekirê hat lidarxistin de milyonek û 349 hezar û 104 kok kenewîr û 974 kîlo esrar hat bidestxistin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin 4 kesên bi navê R.K, R.O, M.A û A.A ên ku têkilîya wan bi tiryakê re hebûn hatin binçavkirin.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir