• DOLAR 32.6
  • EURO 34.682
  • ALTIN 2526.634
  • ...
HUDA PARê derbarê tayînkirina qayyûman de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Wezaretên Karên Hundir ve li Şaredarîyên Bajêrên Mezin ên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê hatin tayînkirin. HUDA Parê derbarê tayînkirina van qayyûman de daxuyanî da û mijarê nirxand.

“Di şûna kesekî/ê ku hatiye hilbijartin de ji teref wezaret û walîtîyê ve bo demekê tayînkirina kesekî din ne ‘hiqûqî’ ye”

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin di bîran hat xistin ku walîyên bajarên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê wek qayyûm li şaredarîyan hatine tayînkirin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Dihat hêvîkirin ku wesayeta îdareya navendî ya li ser birêveberîyên mehellî bên rakirin, qet nebe jî bê kêmkirin. Lê belê di qanûna şaredarîyê ya bi reqema 5395an de di slaa 2016an de guhartinek hat kirin û wesayeta heyî bihêztir hat kirin.  Kesê ku hatiye hilbijartin nabe xwedî maf ku sûc bike; bi guhartina ku di sala 2016an de hat kirin, di şûna kesekî/ê ku hatiye hilbijartin de tayînkirina kesekî ya  ji teref wezaret û walîtîyê ve bo demekê  wek ‘qanûnî’ hat nîşandan; lê belê ev yek ne ‘hiqûqî’ ye. Bi sepanên ku li dijî hiqûqê ne lêgerîna çareserîyê ne tiştekî dirist e.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir