• DOLAR 32.595
  • EURO 34.86
  • ALTIN 2507.88
  • ...
Rayedarên Îxwanul Muslîmîn û Cemaata Îslamî ji bo tazîyê çûn serdana HUDA PARê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji ber nexweşîya qanserê îna borî li nexweşxaneya ku lê dihat dermakirin çûbû rehma Xwedê ku ji ber vê yekê partîyên siyasî diçin serdana HUDA PARê serxweşî didin wan.

Di bergeha ziyaretên ku ji bo tazîyê tên kirin de lijneyeke ku ji rayedarên Îxwanul Muslîmîn û Cemaata Îslamî pêk dihat ji bo tazîyê çûn serdana HUDA PARê.

Rayedarên ku ji bo tazîyê çûn Serokatîya  Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê ji teref Alîkarê Serokê Giştî yê  HUDA PARê Mehmet Eşîn ve hatin pêşîwazîkirin.

Mîthad El-Haddadê Endamê Meclîsa Şûrayê yê Îxwanul Muslîmînê, Sabir El Futtuhê ji parlementerên ji heyama Mursî, Seyyîd El Îzzeddîn, Muxtar El Aşîrîyê rayedarên Îxwanê û Îslam El-Xamrîyê Rayedarê Pêwendîyên Derve yê Cemaata Îslamî û heyeta pê re ji ber minasebeta wefata Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê serxweşî dan rayedarên HUDA PARê.

Di ziyareta ku hat kirin de lijneyên Îxwanul Muslîmîn û Cemaata Îslamî ji ber wefata Mehmet Yavuz xemgînîyên xwe anîn zimên û serxweşî dan wan.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir