• DOLAR 32.332
  • EURO 35.049
  • ALTIN 2284.813
  • ...
Li Kenyayê ji malbatên mezlûm û mexdûr re goştê qurbanan hat belavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Avrupa Yetîm Elîya Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî ye û bi xebatên alîkarîyê yên ku li çar alîyê dinyayê dike navê xwe daye hesandin li Afrîkayê wan qurbanên ku ji teref xêrxwazan ve wekaleta wan ji wan re hatibû dayîn serjê kir.

Di bergeha bernameya serjêkirina qurbanan de li Garîssaya bajêra Kenyayê qurban hatin serjêkirin û dû re dest bi belavkirina wî hat kirin.

Nîzamettîn Ayganê Temsîlkarê Dildar ê Avrupa Yetîm Elîyê derbarê xebatên alîkarîyê yên ku ji teref Avrupa Yetîm Elîyê ve tên kirin de diyar kir, ew di vê pêvajoyê de ji mexdûrîyeta gelek malbatan re bûne şahid:

Aygan di berdewam axavtina xwe de derbarê qurbanên ku hatin serjêkirin de destnîşan kir: “ Hemd ji Xweda re ku me goştê qurbanên  ku hatin serjê kir ji malbatên feqîr re belav kir. Li wan malên ku em çûnê rewşa malbatan qet nebaş bû.  Di nav perîşanîyê de hewl didan bijîn.Em cardin bû şahid ku ew alîkarîyên ku tên kirin çi qas di cihê wê de ne û bi qedr û qiymet in. Rebbê min  xêra wan xêrxwazan qebûl bike.”

Aygan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji war û welatên gelek dûr hatine vê derê ji bo ji kesên feqîr û jar  re destê alîkarîyê dirêj bikin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Hemd ji Xweda re ku em qurbanên xwe serjê kir.  Me goştên van qurbanan ji kesên feqîr û mexdûr re belav kir.  Xweda niyeta wan kesên xêrxwaz qebûl bike.  Ez cardin îda temamê alema Îslamê tebrîk dikim û ji Xweda niyaz dikim ku ev îd bibe wesîleya xêr, bereket û hizûrê.”(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir