• DOLAR 32.372
  • EURO 34.985
  • ALTIN 2325.74
  • ...
HUDA PARê ji bo pîrozbahîya îdê çû Navenda Giştî ya Yekgirtû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îsa Aydinê Serokê Lijneya Îstîşareya Giştî yê HUDA PARê, Abdussamed Yalçinê Temsîlkarê Hewlêrê yê HUDA PARê û lijneya bi wan re pêkve di bergeha pîrozbahîya îdê de çûn Navenda Giştî ya Yekgirtû.

Lijneya HUDA PARê ji teref Serokê Giştî yê Yekgirtû Muhammed Selahaddîn Behadîn û rayedarên partîyê ve hatin ezimandin.

Teref piştî ku îda hev pîroz kirin re, Serokê Giştî yê Yekgirtû Muhammed Selahaddîn Behadîn axavtinek kir û kêfxweşîya xwe ya ku ji ber ziyaretê hatiye kirin anî zimên.

Behadîn  di berdewama axavtina xwe ya ku kir de ji bo Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku ji ber nexweşîya qanserê rehmet kir serxweşî da lijneya HUDA PARê.

PDK-T ji bo îd û tazîyê çû Temsîlkarîya HUDA PARê ya Hewlêrê

Berdevkê Partîya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkîyê Rojhat Amedî digel lijneya bi xwe re Temsîlkarîya HUDA PARê ya Hewlêrê ziyaret kir.

Heyeta ku hat ziyareta HUDA PARê ji rayedarên HUDA PARê re  serxweşî da û îda wan pîroz kir.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir