• DOLAR 32.507
  • EURO 34.787
  • ALTIN 2492.473
  • ...
SON DAKİKA
Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî hatin bîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê 6 salan dema ku Îda Qurbanê nîşan dida Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî dema ku goştê qurbanan belav dikirin ji teref HDP/PKKyîyên hov ve hatin şehîdkirin. Malbat û nas û hezkirîyên Şehîd Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak û Rîyad Guneş  li ser qebrên şehîdan ew yad kirin.

Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê Osman Aktaş û gelek zêde welatî hatin li ser qebrên şehîdan.

Ji teref Platforma Kerwana Şehîdan ve li ber serê qebrê şehîdan bernameya bîranînê hat tertîpkirin. Li ber serê şehîdan Yasîn hat xwendin û ji bo wan dia hat kirin. Malbatên şehîdan ên ku îdeke din bêyî zarokên xwe derbas dikin ji teref kesên ku hatibûn li ser qebran ve hatin tesellîkirin.

Fîkrî Boruyê bavê Şehîd Yasîn Boru, Oztekîn Dakakê bavê Şehîd Huseyîn Dakak, Hecî Mihemed Gokgozê bavê Şehîd Hasan Gokgoz derbarê lawên xwe yên ku ji teref PKK/HDPyîyên hov û wehş ve hatin şehîdkirin de destnîşan kirin, êş û elema wan hêj wek îro taze ye û dema ku Îda Qurbanê tê şehadeta  lawên wan tê bîra wan.

Malbatên şehîdan her wisa diyar kirin, ji ber nas û dost û hezkirîyên şehîdan hatine ziyareta şehîdan ew kêfxweş û şad in.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir