Failekî din ê êrîşa li Hewlêrê hat qefaltin
Failekî din ê êrîşa ku li Hewlêrê hat lidarxistin û tê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan hat qefaltin.
Hat ragihandin failekî din ê êrîşa ku li Hewlêrê hat lidarxistin û tê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan hat qefaltin.
Berî vê çendakî li Hewlêra paytexta Kurdistana Iraqê êrîşek li restorantekî hatibû kirin û di êrîşê de 3 kes jiyana xwe ji dest dabûn ku ye ji wan kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn dîplomatekî Tirkîyeyê bû.
Di encama operasyona ku hatibû lidarxistin de asayîşa Kurdistana Iraqê doh failê êrîşê kesê bi navê Mazlum Dag qefaltibû ku îro hat diyarkirin failekî din ê êrîşê hatiye qefaltin.
Kesê ku hatiye qefalyin navê wî Muhammed Bîsksîz e û alîkarê Mazlum Dag e.(ÎLKHA)