• DOLAR 32.406
  • EURO 35.247
  • ALTIN 2324.282
  • ...
“Ger Îngîlîzan şalên xwe vekiribana ew ê ew koma nîjadperest êrîş biriba li ser wan?”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê çend rojan komeke geştyarên ji Kurdistana Iraqê ji bo geştê hatibûn Trabzonê. Geştyarên Kurd xwestibûn bi şala ku li serê nivîsa Kurdistan li ser bû sûret bigirin, di dema girtina sûretê de çend kesên nîjaperest êrîşa nîjadperest biribûn li ser geştyarên Kurd.

Nivîskarên Êlihî ji êrîşa ku hat kirin re reaksîyon nîşan dan  û destnîşan kirin ji ber êrîşa ku li geştyarên Kurdistana Iraqî hatiye kirin ew xemgîn in. Nivîskar her wisa diyar kirin êrîşên mîna van ên nîjadperest di civakê de dibin sedema fitnê ku divê hikûmet di vî warî de gavan bavêje.

Nivîskaran destnîşan kirin “Ew Îngîlîzên ku efendîyê nîjadperestîyê ne ger li Trabzonê şalê welatê xwe vekiribana ew ê ew kesên nîjadperest gelo êrîş biribana li ser wan?” û dû re wiha gotin: “Nîjadperestî nayê qebûlkirin. Emperyalîzma xerbê dixwaze ji ser nîjadperestîyê ummeta Îslamê perçe perçe bike. Nîjadperestî ji dijminên Îslamê re xizmetê dike. Ji ber vê yekê musîbeteke mezin e. Divê hikûmet di vî warî de dev ji polîtîkayên nîjadperest berde û ji bo biratîya gelan bixebite.”

Nivîskarên Êlihî derbarê mijarê de reaksîyonên xwe wisa anîn zimên:

Sadullah Aydin: Xerbî dixwazin ji ser nîjadperestî û qewmîyetperstîyê ummetê parçe bikin. Ew êrîşa niîjadperest tiştekî pit bi xetere ye. Divê bê zanîn ku Kurd jî damêzrînerên vî welatî ne. Divê hikûmet di vî warî de dev ji polîtîkayên nîjadperest berde û ji bo biratîya gelan bixebite.

Muhammed Zekî Kurt: Ez wê êrîşa ku li Trabzonê hatiye kirin tel’în dikim. Ew Îngîlîzên ku efendîyê nîjadperestîyê ne ger li Trabzonê şalê welatê xwe vekiribana ew ê ew kesên nîjadperest gelo êrîş biribana li ser wan?

Selman Uruk: Bi ala Îngîlîzan sûret hatibana girtin ew ê ew kesên êrîşkar gelo êrîşî wan kiriba? Bi heman awayî ew daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Trabzonê ve hatiye belavkirin fecaateke mezin. Divîyabû ew kesên ku êrîş birin li ser geştyarên Kurd hatibana binçavkirin.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir