• DOLAR 32.319
  • EURO 35.111
  • ALTIN 2308.957
  • ...
Sazîyên Sîwîl ên Îslamî ji Şaredarîya Bajêra Mezin re bertek nîşan dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Sazîyên Sîwîl ên Îslamî yên ku kar û barên xwe li Diyarbekirê birêve dibin li ber Şaredarîya Bajêra Mezin daxuyanîya çapemenîyê tertîp kirin û ji dijmintîya Îslamê ya şaredarîya HDPyî re bertek nîşan dan.

Daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî piştî nimêja înê li ber Şaredarîya Mezin a Diyarbekirê hat tertîpkirin. Welaytîyên ku li ber şaredarîyê civîyan bênavber tekbîr anîn û dirûşmaya “Bila ew destên ku dirêjî camîyan bibe bê şikandin’, ‘Ji bo zaliman bijî cehennem’ avêtin.

Metna daxuyanîya çapemenîyê li ser navê STKyên Îslamî ji teref Mucahîd Koyuncu ve hat xwendin.

“Hûn mecbûr in di temamê karên xwe de muqaddesat, nirx û bawerîya xelkê li ber çavan bigirin”

Koyuncu di destpêka daxuyanîyê de ayeta 114an a Sûreta Baqarayê di bîran xist û diyar kir qerarên ku di van çend rojên dawî de ji teref Şaredarîya Bajêra Mezina Diyarbekirê ve   hatine dayîn bawerîya gelê bajêr tê hedefgirtin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji roja ku hatine serî vir ve li dijî nasnameya Îslamî ya bajêr gav tên avêtin ku ev yek ne şaredarîvanî ye; berewajî teşebûsên provokatîf in. Hûn mecbûr in di temamê karên xwe de muqaddesat, nirx û bawerîya xelkê li ber çavan bigirin. Ew kesên ku dibêjin em li terefa gel in berî niha di mazîyê de gelek zirarên mezin dan vî milletî. Îro jî bi vî mantiqî hereketkirin tu tiştî bi we nade qezenckirin. Hûn nikarin ji muqaddesatên Mislimanên Kurd re dijmintî bikin û vî bajarî îdare bikin.”

Koyuncu di berdewama daxuyanîya xwe de ji şaredarîyê re got “hûn bi van qerarên xwe yên ku distînin ji Îslamê re dijmintî dikin, divê bê zanîn ku pêwîst e bi hesasîyetên xelkê Diyarbekirê neyê lîstin. Ji ber vê yekê,  ji wan çalakîyên ku dê hizûr û aramîya xelkê Kurd ê Misliman xera bike hifza xwe bikin.”

Di dema qayyûma ku ji teref Wezareta Karên Hundir ve hatibû wezîfedarkirin de navê Îyaz Bîn Xanemê ku fermandarê fetha Diyarbekirê bû li kolana ku nû hatibû vekirin hatibûn dayîn. Şaredarîya HDPyî cardin dijmintîya xwe ya li hember Îslamê û nirxên Îslamê nîşan da û tabelaya kolana ku navê Îyaz Bîn Xanem lê hatibû dayîn guhart û navê hukumxwarê PKKyî yê bi navê Dr. Îlhan Dîken da kolanê.

Walîtîya Diyarbekirê vê qerara ku ji teref Şaredarîya Bajêra Mezin ve hatibû dayîn red kiribû; lê belê digel vê redkirinê şaredarî doh êvarî navê kolanê guhart. Ji ber vê yekê Walîtîya Diyarbekirê di wextên şeveqê de wê tabelaya nû ya ku ji teref şaredarîyê ve hatibû amadekirin ji cihê wê rakir.

HDPyîyê ku ji Îslamê û nirxên Îslamê re dijmintî dike di wan rojên borî de jî birayara xerakirinê 4 mizgeftên li Kayapinara Diyarbekirê dabû.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir