• DOLAR 32.645
  • EURO 34.856
  • ALTIN 2495.949
  • ...
Dijmintîya PKKê û şaxên wî yên siyasî ya  li hember mizgeftan ji mêj ve heye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dijmintîya şaredarîyên HDPyî di van rojên dawî de di rojevê de ye. Lewra HDP di her fersenda ku bi dest dixe de êrîşê dibe li ser nirxên Îslamî. Şaredarîyên ku di destên HDPê de pêşî xwestin ku camîyên ku hêj înşaatên wan berdewam dikin xera bikin û dû re jî  Îyaz bîn Xanamê ku fermandarê Îslamê yê ku Diyarbekir fetih kir xistin hedefa xwe.  Ev gavên ku ji teref Şaredarîyên HDPyî tên avêtin wan dijmintî û êrîşên ku berî niha ji teref PKKê û niçikên wî yên siyasî ve hatin kirin anîn bîran.

PKKyê ku berî niha gelek qetlîamên mezin ên mîna Başbaglar û Sûsayê kir di temamê dîroka xwe de  ango ji roja ku hatiye damezrandin vir ve dijmintîya xwe ya li hember Îslamê û nirxên Îslamê qet venaşart û bi şikleke eşkere bê dijmintîya xwe kir. Ji alîyên din ve niçik û terefdarên PKKê yên siyasî yên ku hatin li ser şaredarîyan jî dijmintîya xwe li hember Îslamê nîşan da û hewl da ku medrese û camîyan bigire.

Ji teref raya giştî ve baş tê zanîn ku li Diyarbekirê HDPya ku hat li ser şaredarîyê bi pereyên xelkê dêran restore kir û hewl da xwe ji Xerbê re şîrîn bide nîşandan. Xwedîyê heman zihnîyetê dîsa hemû tiştên ku jê dihat kir da ku çêkirin û vekirina camî, medrese, qursên Qur’anê asteng bike.

PKKyê ku di dîroka xwe de gelek qetlîamên mezin kir û êrîşî  mzigeftan kir di salên 90î de êrîşên bombeyî bir li ser gelek mizgeftan, her wisa dîsa heman PKK di bûyerên 6-8ê Cotmehê de êrîş bir li ser mizgeft û medreseyan.  PKKê di wan bûyerên çal û kortan de hûrmeta camîyan binpê kir û êrîşên xwe yên li hember camîyan domand û li hinek deran camîyan tahrîb kir û li hinek deran jî jêrzemîna camîyan wek depoya tiryakê û  stargehê bi kar anî.

PKKê vê dijmintîya xwe ya li hember camîyan derxist li derveyî sînorên Kurdistan û Tirkîyê û van êrîşên xwe li derveyî welêt ango li Ewrûpayê jî domand.  Di van êrîşên ku ji teref PKKê ve li hember camîyan hatin kirin de hinek camî bi temametî xera bûn û hinek ji wan jî zirar dîtin.

Qetlîama camîya Sûsayê

PKKyê ku ji doh heta îro zilmê li xelkê Kurd dike  û êş û elemên mezin bi xelkê Kurd dide kişandin  û bi baweriya xelkê Kurd re şer dike; di 26ê Hezîrana sala 1992an de di ser mizgefta gundê Sûsaya Farqînê de girt û 15 Mislimanên ku di mizgeftê de nimêj dikirin dan ber guleyan. Ev êrîşa ku tê de 10 kes şehîd bûn di dîroka Kurdistanê de  berî niha neqewimî bû. Di heyamên ewil ên Komarê de  mizgeftan kiribûn axûr, Qur’ana Kerîm hatibû qedexekirin û li hember baweriya xelkê şer hatibû vekirin. Lê di 26ê Hezîrana sala 1992an de li Kurdistanê ji teref PKKê ve di ser mizgeftê de hatibû girtin  û bi şikleke girseyî qetlîam hatibû kirin.

Mizgefta Başbaxlarê hat şewitandin

Dema ku dîrok 5ê Tîrmeha sala 1993an nîşan dide, PKKyê hov û wehş vêcarê xwe li gundê Başbaglara Kemalîyeya Erzîncanê nîşan da. PKK, di wextê ninêja mexribê de Adil Xoceyê Îmam Xatîbê mizgeftê jî di nav de tev de 28 Mislimanan qetil kir û dû re gund da ber agir. Di bûyerê 5 kes jî di malên ku hatin şewitandin de ji teref PKKê ve hatin qetilkirin. PKKyê ku zêr û zîvên li ser pîrekan dizî, li pey xwe gundekî ku bûbû kavil û tê de 70 êtîm ma hişt. Di lêkolîna ku piştî bûyerê hat kirin de hat tespîtkirin wê şevê tev de 584 berik hatin bikaranîn, 5 wesayît û 191 mal hatin şewitandin  ku ev yek wehşeta ku wê şevê hat kirin derdixe holê.

Li navenda bajêran camî hatin bombebarankirin

PKKyê ku bi şikleke bêperwa êrîşî camîyan dikir û nirxên Îslamî têxistibû hedefa xwe dema ku dîrok 7ê Tebaxa sala 1993yan nîşan dida êrîşî Mizgefta Mezin a Sûra Diyarbekirê kir. Di encama êrîşa bombeyî  ya ku ji teref PKKyîyên hov û wehş ve hat lidarxistin de ji cemaata camîyê kesek şehîd bû û kesek jî birîndar bû.

Dîsa dema ku dîrok 7ê Tebaxa sala 2016an nîşan dida PKKyîyan dîsa xwestin êrîş bibin li ser Mizgefta Mezin a Diyarbekirê PKKyîyên xwînxwar û zalim  bombe li nêzî mizgeftê danîbûn û xwestibûn dema ku cemaata camîyê ji nimêja înê derkeve biteqînin. Lê belê ji ber ku bombe hat tespîtkirin PKKyîyên wehş negihaştin hedefa xwe û bombe hat berterafkirin. Ger wê rojê ew bombe teqîyabana dibû ku bi sedan kes şehîd bûbana.

Di heman deman de PKK vêcarê li Fîskayayê êrîşî cemaata camîyê kir, di êrîşa bombeyî ya ku hat lidarxistin de tiştek bi tu kesê ji cemaata Mizgefta Ferît Paşa nehat.Bes çend kes bi şiklekî sivik birîndar bûn.

PKKyê ku ji zirarê pêve tu tiştî nedaye xelkê Kurd û her tim ew qetil kiriye û êrîşî nirxên Îslamî kiriye di van salên dawî de li di serî de li Diyarbekirê û her wisa li tevahîya bajarên Kurdistana Tirkîyê bûyerên çal û kortan da destpêkirin û êrîşên wehşîyane û zalimane bir li ser camîyan. Di van êrîşan de bi dehan camî bi temametî xera bûn û bi sedan camî jî zirar dîtin û tahrîb bûn.

Navên hinek camîyên ku ji ber pevçûnên ku PKKê bi bûyerên çal û kortan da destpêkirin li Diyarbekir, Farqîn, Şirnex, ilopî, Nisêbîn, Mêrdîn, Dêrik, Kerboran û Wanê zirar dîtin wisa ye:

Sûra Diyarbekirê:

1-Mizgefta Hasırlı (Bi temametî xera bû)

2- Mizgefta Hacî Hamîd (Bi temametî xera bû)

3- Mizgefta Hocaoglu (Bi temametî xera bû)

4- Mizgefta ArapŞêx (Gelek zêde zirar dît)

5- Mizgefta Kurşunlu (Gelek zêde zirar dît)

6- Mizgefta Hüsrev Paşa i - (Zirar dît)

7- Mizgefta Dörtayaklı Minare - (Taxrip bû)

8- Mizgefta Îbrahîm Beg (Taxrîp bû)

Farqîna Diyarbekir

1- Mizgefta Kaniya Zazo (Gelek zêde taxrîb bû)

2- Mizgefta Ramazaniye (Gelek zêde taxrîb bû)

3- Mizgefta Tekel (Gelek zêde taxrîb bû)

Şirnex – Navend

1- Mizgefta Geylani (Bi temametî xera bû)

2- Mizgefta Hazreti Bilal (Bi temametî xera bû)

3- Mizgefta Tufan  (Bi temametî xera bû)

4- Mizgefta Hastane (Bi temametî xera bû)

5- Mizgefta Sefine (PKK bombe di bin camîyê de bi cî kirin û teqand)

6- Mizgefta Mezin a Şirnexê (Bi temametî xera bû)

7- Mizgefta Şifa  (Bi temametî xera bû)

9- Mizgefta Belediyê (Bi temametî xera bû)

10- Mizgefta Cudî (Bi temametî xera bû)

11- Mizgefta Hazretî Nuh (Bi temametî xera bû)

12- Mizgefta Nû  (Bi temametî xera bû)

13- Mizgefta Selîmîye (Bi temametî xera bû)

14- Mizgefta Yeşîlyurt (Bi temametî xera bû)

Sîlopîya Şirnexê

1- Mizgefta Hz. Bîlalê Habeş  (Gelek zêde taxrîb bû)

2- Mizgefta Kevwer (Gelek zêde taxrîb bû)

3- Mizgefta Medîne  (Gelek zêde taxrîb bû)

4- Mizgefta Goristanê (Gelek zêde taxrîb bû)

5- Mizgefta Fazîlet (Gelek zêde taxrîb bû)

6- Mizgefta Hz Hamza (Gelek zêde taxrîb bû)

7- Mizgefta Hz Omer (Gelek zêde taxrîb bû)

8- Mizgefta Firdews (Gelek zêde taxrîb bû)

9- Mizgefta Fatîh (Gelek zêde taxrîb bû)

Cizîra Şirnexê

1- Mizgefta Hecî Abdurrahman (Bi temametî xera bû)

2- Mizgefta Hecî Alî  (Bi temametî xera bû)

3- Mizgefta Şehîd Ahmet Demîr (Bi temametî xera bû)

4- Mizgefta Hz Alî  (Bi temametî xera bû)

5- Mizgefta Aziziye (Bi temametî xera bû)

6- Mizgefta Şêx Abdurrahman (Bi temametî xera bû)

7- Mizgefta Kerenk (Bi temametî xera bû)

8- Mizgefta Hecî Ramazan  (Bi temametî xera bû)

9- Mizgefta Nur  (Bi temametî xera bû)

10- Mizgefta Abdulkerîm Yavuz (Bi temametî xera bû)

11- Mizgefta Ebuliz (Piştî taxrîbata ku pêk hat qerara xerakirnê hat dayîn)

12- Mizgefta Köprü Başı (Piştî taxrîbata ku pêk hat qerara xerakirnê hat dayîn)

13- Mizgefta Hecî Xelîl (Piştî taxrîbata ku pêk hat qerara xerakirnê hat dayîn)

14- Mizgefta Hecî Seyfettin (Piştî taxrîbata ku pêk hat qerara xerakirnê hat dayîn)

15- Mizgefta Seyîd Sileyman

16- Mizgefta Hecî Abdullah

17- Mizgefta Şêx Sîrac

18- Mizgefta Hayır Severler

19- Mizgefta Şêx Salim

20 Mizgefta -Şehîd Zeki Atak

21- Mizgefta Sefine

22- Mizgefta Abdulkerîm Yavuz

23- Mizgefta Behzat

24- Mizgefta Negîzî

25- Mizgefta Şêx Feyzullah

26- Mizgefta Nebi Yunus

27- Mizgefta Şêx Abdulkadir

28- Mizgefta Hecî Fethullah

29- Mizgefta Hecî Zekî Cazım

30- Mizgefta İpek Yolu

31- Mizgefta Alkemer

32- Mizgefta Hecî Osman

33- Mizgefta Meydan

34- Mizgefta Hecî Arap

35- Mizgefta Hecî Îsmaîl

36- Mizgefta Zera

37- Mizgefta Seyiddan

38- Mizgefta Şêx Seyda

39- Mizgefta Îbnî Esîr

40- Mizgefta Hecî Xayredîn

41- Mizgefta Hecî Zakir

42- Mizgefta Vustanî

43- Mizgefta Yafes

44- Mizgefta Hecî Yahya

45- Mizgefta Termînal

46- Mizgefta Baxlar

47- Mizgefta Hecî Sadık Dîrî

48- Mizgefta Hecî Çagli

49- Qursa Qur’anê ya Seyîd Muhammed

50- Qursa Qur’anê ya Qîzan a bi cihê razanê

51- Qursa Qur’anê yê Hecî Mahmut Bîlen

52- Qursa Qur’anê ya Köprübaşı

Nisêbîna Mêrdînê

1- Mizgefta Seyit Feyzullah

2- Mizgefta Hz. Alî

3- Mizgefta Molla Osman -

4- Mizgefta Şêx Muhammed

5- Mizgefta Şêx Muhammet Nurullah

6- Mizgefta Hecî Şemseddîn

7- Mizgefta Demirköprü

8- Mizgefta Şeref - Abdulkadir Paşa

9- Mizgefta Şêx Bahaddîn

10- Mizgefta Seyîdan

11- Mizgefta Îslam

12- Mizgefta Şêx Îzzeddîn

13- Mizgefta Kanîka

14- Mizgefta Mollamusa

15- Mizgefta Salman-î Pak

16- Mizgefta Paşa

17- Mizgefta Molla Saîd Zan

18- Mizgefta Hecî Hüseyin Molla

Dêrika navçeya Mêrdînê

1- Mizgefta Necipoğlu (Taxrîb bû)

2- Mizgefta Hafız Ahmet (Taxrîb bû)

3- Mizgefta Merkez  (Taxrîb bû)

Kerborana navçeya Mêrdînê

1- Mizgefta Safa (Taxrîb bû)

Wan – Navend

1-Qursa Qur’anê yê Sabrê- Hat şewitandin

2-Qursa Qur’anê ya Kevenlî TOKÎ- Hat şewitandin (600 adet Qur’ana Kerîm şewitî.)

3-Êrîş li qursa Qur’anê ya ku li Taxa Şerefîyeyê dihat çêkirin hat kirin û di êrîşê de nobedarê qursê hat kuştin.

 

Li van camîyên ku ji teref PKKê ve hatin xerakirin û taxrîbkirin ji mînareyên wan ji teref wan ve stran hatin danîn li ser , Qur’an hatin şewitandin û temamê nirxên Îslamî hatin binpêkirin.

Ji alîyekî ve PKKyê hov van tiştên qirêj û gemar dikir û ji alîyê din ve jî şaxa wî ya siyasî ango şaredarî êrîş dibirin  li ser camî û medreseyan. Şaredarîyên ku şaxên siyasî yên PKKê ne di sala 2013an de li Baxlara Diyarbekirê li Taxa Demetevlerê bi hinceta çêkirina rê xwest ku camîyê xera bike, dîsa heman şaredarî di saşa 2011an de jî li Çinarê xwest ku Qursa Qur’anê xewra bike.























































































Bu haberler de ilginizi çekebilir