• DOLAR 32.565
  • EURO 34.891
  • ALTIN 2432.365
  • ...
Ji ser Qetlîama Gelîyê Zîlan 89 sal derbas bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di 13ê Tîrmeha sala 1930î de li Erdîşa Wanê li Gelîyê Zîlan zêc û zarok, biçûk û mezin, xort û îxtîyar bi deh hezaran Kurdên Misliman  bi şikleke hovane û wehşîyane hatin qetilkirin.

Rejîma ku berê xwe dabû Xerbê bi zîhnîyeta neteweyî hereket kir û li hember Kurdên Misliman harekata komkujîyê da destpêkirin.  Piştî qiyama Şêx Seîd Efendî him kesên ku beşdarî qiyamê bûbûn û him jî ew kesên ku beşdarî qiyamê nebûbûn, haya wan ji qiyamê tunebû hat xwestin bên surgunkirin. Ji ber vê qerara surgunê ya ku ji teref rejîmê ve hat dayîn li Agirîyê beşek Kurdên Misliman biryar dan ku teslîm nebin û li ber xwe bidin. Hinek kesên ku hatin girtin û hatin sûrgunkirin jî bi şiklekî derbasî Sûrîyê bûn.

Li gorî daneyên fermî di qetlîama ku hat kirin de nêzî 15 hezar însan hatin qetilkirin, lê belê  li gorî daneyên nefermî ev reqem zêdetir e.  Di wê pêvajoya qetlîamê de gund hatin şewitandin, însan ji welatên xwe hatin derxistin û hatin qetilkirin.

Ew bûyer û wehşeta ku wê rojê pêk hat di rojnameya Cumhurîyetê de wisa hatibû diyarkirin:

“Firokên me bi şiklekî tund Çiyayê Agirî bomberan dikin.  Çiyayê Agirî di nav agir de dinalê. Firokên me ji asîyan hisabê dipirsin. Gelîyê Zîlan heta bi devê wê bi cesedan tije bûye.”

Di raporta ku ji teref Wezareta Karên Derve ya Îngîlîzan ve hat amadekirin de derbarê wê qetlîama ku li Gelîyê Zîlan hat kirin de hat diyarkirin ku ev yek serkeftineke mezin a leşkeran e.

Rejîm di vê pêvajoya qetlîamê de bi muttefîkên xwe yên derve re hereket dikir. Sovyetên Sosyalîst piştgirîya navneteweyî da Enqerê. Her wisa Enqere bi Şahê Îranê re li hev kir û di navbera wan de guherîna axê hat kirin. Ango beşek ji axên Wanê ku nêzî Îranê bû di muqabîlê beşa Çiyayê Agirî ya ku li rojhilat dima hat dayîn Îranê. Ew serhildêrên ku serî li ber rejîmê rakiribûn hatin astengkirin ku derbasî Îranê bibin û hareketa tunekirinê dest pê kir. Ji bo bomberanê 80 firoke hatin bikaranîn. Zêdetirî wan leşkerên ku hatin şandin Herba Yewnanê  hatin şandin herêmê.

Wê heyamê Kurdan xwe sipartibûn Gelîyê Zîlan.  Bi fermandarîya Salih Paşayê Fermandarê Kolorduyê li Gelîyê Zîlan li hember Kurdan qirkirin û jenosîdek hat destpêkirin. Herêma ku Kurd xwe lê spartibûnê bi temametî hat sorpêçkirin û qetlîam dest pê kir. Bi êrîşên ku hatin destpêkirin bi balafiran temamê herêmê hat bombebarankirin. Li Gelîyê Zîlan zêc û zarok, biçûk û mezin, xort û îxtîyar bi deh hezaran Kurdên Misliman  bi şikleke hovane û wehşîyane hatin qetilkirin.

Di wê pêvajoyê de 44 gund hatin şewitandin û zêdetirî 15 hezar kes li Çemê Gurcemê bi hev ve hatin girêdan û bi şikleke komî hatin qetilkirin.

Cavît Torunê ku ji parlementerên berê yê Diyarbekirê ye qesda qetlîama ku li Gelîyê Zîlan hatibû kir û derbarê mijarê de wisa gotibû: Komareya Tirkîyê di dema pêvajoya damêzrînê de gelek xwîn rijand. Divê em tev vê yekê baş zanibin. Di wan bûyerên ku li Dêrsimê pêk tên de 13 hezar û 862 kes tên qetilkirin. Di nav wan kesên ku Dêrsimê bombebaran kir de Sabîha Gokçen bi xwe jî heye ku ew qîza manewî ya Ataturk e.

Lêkolînvan diyar dikin ger ew arşîvên Mehkemeyên Îstîklalê vebin ew ê qetlîamên ku di Qiyama Şêx Seîd de, li Gelîyê Zîlan, li Dêrsin û di navbera salên 1923 û 1950î de li herêmê ji teref rejîmê hatine kirin dê eşkere bibin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir