• DOLAR 32.523
  • EURO 34.803
  • ALTIN 2496.419
  • ...
Alîkarê Serokê Karên Diyanetê banga xwedîderketina li mizgeftan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Meclîsa Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê bi qerara ku dabû dixwaze 4 mizgeftên ku li Kayapinara Diyarbekirê hatine çêkirin xera bike. Ji ber vê yekê ji Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê ya HDPê re bertekên tund hatin nîşandan û ev bertek hêj berdewam dikin.

Burhan Îşlîyenê Alîkarê Serokê Karên Diyanetê banga xwedîderketina li mizgeftên ku tê xwestin ji teref Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekir a HDPyî ve bên xerakirin kir.

Îşlîyen di daxuyanîya ku ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî belav kir de destnîşan kir “ Me bi micadele û zehmetîyên mezin dest bi wan înşaatên camîyan kiribû…Ez hêvî dikim ku egîd û mêrxasên mumin ên Diyarbekirê xwedî li camîyên xwe derkevin.”(ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir