• DOLAR 32.499
  • EURO 34.596
  • ALTIN 2491.326
  • ...
“Em qerarên Trump nas nakin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dr. Abdullah Îsmaîlê Serokê Weqfa Filistînê û ji telebeyên Şêx Ehmed Yasîn li Mêrdînê derbarê “Peymana Qernê” ya ku ji teref Amerîkayê ve ji bo berjewendîya siyonîst  terorîst ve tê xwestin bê tetbîqkirin de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

 “Quds di bin îşxalê de ye”

Îsmaîl di nirxandina ku kir de destnîşan kir meseleya me ya ewil meseleya Qudsê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Quds tu carî di dîrokê de bi vî awayî ne ketibû zehmetîyê û bi vî awayî nehatibû îşxalkirin.  Siyonîst bi şikleke bêtirs  temamê cûreyên zilman dikin. Wezîfeya me Mislimanan girtina pêşîya vê zilmê ye. Ji bo ku me Quds ji vê rewşê xelas bikin û bibin wesîle ku Quds azad bibe.”

 “Em tu carî teslîm nebûn û em ê teslîm nebin jî”

Îsmaîl di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew tu carî teslîm nebûne û ew ê teslîm jî nebin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em Mislimana bi vê yekê îftîhar dikin û serê me pê bilind e. Xazze digel ku bajarekî biçûk be jî 3 herbên mezin li pey xwe hişt û siyonîstên terorîst ên ku ji gelek dewletan destek distand di van herban de bi ser neket.  Em Xazzeyî zexm sekinîn, em teslîm nebûn û em ê teslîm jî nebin.”

 “Em qerarên Trump nas nakin”

Îsmaîl di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser “Peymana Qernê” ya ku ji teref Amerîka ve tê xwestin bê tetbîqkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Meseleya Filistînê meseleya temamê Mislimanan e. Ev qerara Trump dayîna heqê ji wan kesên ku vê yekê heq nakin e. Quds a Filistînîyan e û em vê qerarê nas nakin. Ev qerar dê rojekê  tune bibe û ew ê negihijê armanca xwe. Filistîn a Filistînîyan e. Quds a Mislimanan e û ew ê heta heta ya Mislimanan be.”

 “Wek dewra xîlafetê li wan axên ku ê me ne xwedî derkevin”

Îsmaîl di dawîya axavtina xwe de wisa bang li Ummeta Îslamê kir: “Wek dewra xîlafetê li wan axên ku ê me ne xwedî derkevin. Hemd ji Xwedê re ku gelek ferdên me hene di vê oxirê de micadele bikin. Xweda bibe alîkarê me.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir