• DOLAR 32.499
  • EURO 34.596
  • ALTIN 2491.326
  • ...
Zilma PKKê ya li Gêra Cafer û berxwedana destanî-4
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn PKK di salên 90î de li gelek gund û bajêrên welêt gelek qetlîam û cinayet kirin.Ji van qetlîam û cinayetên ku PKK kiribûn re gundê Gêra Cafera ku girêdayê navçeya Kerborana Mêrdînê ye bûbû şahid.Weke ku dihêt zanîn  me derheqê vê yekê de çend xeber jî amade kiribû ku ev xebata me bi jiyana  Hecî Mihemed Ugurtayê ku bi navê Xalê Mihemed tê  nasîn berdewam dike.

Hecî Mihemed Ugurtayê ku di wan salên mucadeleya dijwar de jî her tim şehadetê hêvî dikir ku piştî çend salan ew  gihahşte hedef û xwesteka xwe.Ugurtay di 28ê Gulana 2014an de li Kerboranê dema ku li hewşa mektebê di nava wesayîtê de li benda xwendekaran bû ji teref PKKyiyan ve hat şehîdkirin.Piştî şehadeta wî hevsereke çavbigirî û 16 êtîm man.

Mihemed Ugurtay her wiha muxtarê gundê Gêra Cafer bû.Xanim û lawê Xalê Mihemedî di derheqê wî de ji ÎLKHAyê re axivîn û balan kişandin li ser mucadeleya wî ya bi PKKê re .

“Pênc wextan nimêja xwe eda kir”

Ehmed Ugurtay dema ku qala bavê xwe dikir xwe nedigirt û digiriya û nedixwast derkeve pêşberê objektîfan.Ehmed di derheqê bavê xwe de wiha axivî: “Bavê min 5 wextan nimêjên xwe li mizgeftê eda dikir û hewil dida me jî bi xwe re bibe.Ji ber ku ji teref hemû kesî ve dihat hezkirin wî wek muxtarê gund hilbijartibûn.Ew her tim bi pirsgirêkên gund eleqedar dibû û çareser dikir.17 sal wezîfeya muxtartiyê kir.Di sala 1989an de dest bi karê birin û anîna rêwiyan kir.Ji ber ku bi emniyet bû tuccar berê xwe didan wî.”

 “Alîkariya telebeyên ku li gund ilmê tahsîl dikirin dibû”

Law Ugurtay di berdewama axavtina xwe de diyar kir bavê wî eleqeyeke pir zêde nîşanî ilmê û ji telebeyên  ku li gund ilmê tahsîl dikirin re nîşan dida û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Nexasim eleqeyeke mezin nîşanî telebeyên ku li gund ilmê tahsîl dikirin re nîşan dida.Dema ku ilmên îslamî belav dibûn ew kêfxweş dibû.Her tim şîret û pendan li Feqiyan dikir û hişyarî dida wan da ku ji Îslamê re xizmetê bikin.”

“PKK nexasim telebeyên ku ilmên Îslamî hîn dibûn hezm nedikir”

Ehmed di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî ku bavê wî bû muxtar re PKK zextên xwe li ser bavê wî zêdetir kiriye û wiha  li axavtina xwe zêde kir: “PKK nexasim telebeyên ku ilmên Îslamî hîn dibûn hezm nedikir.Bavê min ji wan re digot ‘Heger ku tiştek bi serê van telebeyan bê ez ê we mehv bikim û ez zanibim ku ev yek ew ê bibe sedema mirina min ez ê dîsa wan biparêzim û ez ê destûrê nedim we.’ Kesên PKKyî zextan li bavê min dikirin û jê re digotin ‘Ew ê tu ji wan ji bo me pere berhev bike û ew ê ji wan re bibêjî da destekê bidin me. Her wiha ew ê tu xerecê ji wan berhev bikî .Gundî li te guhdar dike.’ Bavê min van şertan qebûl nekiribû gotibû ‘Ev gundî feqîr in , hûn ji min çi dixwazim bixwazin lê ji gundîyan nexwazin.Ez nikarim biçim devê deriyê tu kesî.Jixwe tiştekî ku bidin jî tuneye.’PKKyiyan daxwaziyeke din  a nemerd û rezîl  ji bavê min kiribûn. Ji bavê min xwestibûn ku bila pîrek jî bi wan  re bên. Dema ku bavê min vê dibihîze PKKyiyan diqewirîne û êdî mucadeleya wî bi PKKê dest pê dike.Derdê wî ji van xwestekên bê haya, bê ar û rezîl ên PKKyiyan mihafezekirina gundiyên oldar û mutedeyyîn bû.Bavê min fêm kiribû ku ew kesên ku li ser navê mihafezekirina mafê Kurdan derketine rê di ya rastiyê de armanca wan kurdan ji Îslamê dûr kirine .”

 “Ya tu dê weke me bike yan jî em ê te bikujin”

Ugurtay di berdewama axavtina xwe de qala diyalogên ku di navbera bavê wî û kesên PKKyî de derbasbûnê kir û wiha pê de çû: “Şevekê komekê qelebalix a ku ji gundiyên gundê Heştwanê jî çend kes di nav de bûn hatibûn ba bavê min û xwestibûn pê re biaxivin.Bavê min nexwast tevlî vê civînê bibe.Lê hingî ew qas lê israr kirin êdî bavê min jî tevlî vê civînê bû.PKKyiyên ku digel gundîyan hatibûn bi bavê min re bipeyivin ji bavê min re gotin ‘Pêwîst e hûn xortên xwe bişînin serê çiyê.Hûn vî gundî têxin bin fermanê me.’ Lê belê bavê min Misliman bû û xwediyê îmanê bû û di rêya Qur’an û sunetê de bû, qet îmkan nînbû ku vê yekê qebûl bikirina.Ji wan re got ku ‘Em daxwazên we bi tu şiklî qebûl nakim.Bela xwe ji me vebikin.’ Dû re xwestin ku pîrekan bînin.Dema ku bavê min vê yekê bihîst bertekeke tund nîşanî wan da û ji wan re got ‘Heger ku hûn pîrekekê tenê jî bînin vê derê ew ê xwîn birje.An hûn ê min bikujin an jî ez ê we bikujim.Biqewirin herin ji vê derê .’ Wê rojê çûn.Lê piştî 10 rojan cardin hatin.Gotinên xwe dawî bi şikleke tehdîdwarî wiha ji bavê min re gotin ‘An ew ê tu bigihîje me û biya me bikî an ew ê tu ji vê derê biçî an jî em ê te bikujin.’ Dîsa rojekî ji rojan PKKyî hatin nava gund û çûn mala kesên ku sempatîzanên wan bû û gazî bavê min jî kirin.Ez wê demê 12 salî bûm û ji vê bûyerê re bûm şahid.Bavê min digel çend kesên êxtiyar çûn.Wê demê giştê gund ji bo xebatê çûbûn Qonyayê.Ez jî çûbûn kêlêka wê malê.Demek derbas bû min bihîst ku dengê tekbîran tê.Min dît ku PKKyiyek bi qundaka Keleşê li bavê min dixe.Birha bavê min qelişîbû û xwîn jê diherikî.Dema ku melayê gundê Heştwanê Evdirehman Kaya ji vê yekê re bûbû şahid ji wan re bertek nîşan da.Êrîşî wî jî kirin û di malê de munaqeşe derket.Piştî demekê xwedîyê malê wan ji hev veqetand.Kesên PKKyî nasnameya her duyan ji wan standin û bi qelemeke sor li ser wan xêz kirin û dû re ji bavê min gotin an ew ê tu heta heftiyekê werî li ser gotina me an jî em ê te bikujin.”

 “Xanima Evdirehman Xoca heta şeveqê li ber serê cenazeya zilamê xwe sekinî”

Ehmed  Ugurtayê ku qala şehadeta Mela Evdirehman Kaya dikir di derbarê wî de van agahiyan parve kir: “Berî niha zextan li Mela Evdirehman kiribûn da ku di xutbeyan de propagandaya PKKê bike.Lê ew qebûl nekiribû.Bavê min çûbû xestê û ew jî çûbû Heştwana ku lê melatî dikir.PKKyî çûbûn mala wî lê wî li mal de nedîbûn.Pişt re cardin hatin û dîtin ku li malê ye û wî bi zorê kirin bibin.PKKyî gelek li ber xwe dan da ku wî bibin lê Mela Evdirehman li ber xwe da.Destê wî bi qundaxê perçe kirin û şarjore di qemçika wî de vala kirin.Bi vî awayî şehîd bû.Wê şevê xanima wî heta şeveqê li ber serê zilamê xwe ma, ji gund tu kes mudaxele nekir.Dû re me wî anî gund û defin kir.”

PKK dike Mihemed Ugurtay birevîne serê çiyan

Ugurtay di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên PKKyî piştî ku Mela Evdirehman şehîd kirin re kirin bavê wî ji bo kuştinê birevînin .Ugurtay dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: Hê dema ku taziya Mela Evdirehman berdewam dikir bavê min jî hat taziyê.PKKyiyên ku bihîstin bavê min hatiye  taziyê gazî wî kirin û gotin ku ew ê pê re biaxivin.Ji gund çend kesan şandin.Bavê min  ji wan re got ‘Mêze bikin, ev hatine da ku min bikujin, qinyatî bi wan nayê, ez nayêm.’Lê gelek israr kirin û bavê min cara paşî çû.Hewil dan wî derxin derveyê gund. Xalê min Beşîr kesên PKKyî û bavê min dît fêm kir ku ew ê wî bikujin.Ji ber vê yekê ji wan re wiha got ‘Mêze bikin.Heger ku tiştek bi yekî ji me jî bê yek ji we jî nikare ji vê derê sax derkeve.’Dema ku vê helwestê dîtin yekî şandin ba serokê koma PKKyiyan da ku rewşê jê re bibêje.Kesê ku çûbû dema ku bang dikir bavê min bi şiklekî ji destê wî kesê ku wî digirt reviya.Li pey re berikan berdan.Di wê bûyerê de bavê min ji milê xwe û ji destê xwe birîndar bû.”

  “Di teqîna mayînê de zaroka 11 salî şehîd bû”

Ugurtay dû re diyar kir PKK li ser gundê wan de ambargo aniye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev ambargo nêzî 7 salan berdewam kir.Di vê dema amborgoyê de bavê min qet hisaba canê xwe nedikir û hewil dida erzaqê bîne gund.Wê demê li ser rêya gund mayînan  bi cî dikirin.Di teqîna mayînê de zarokekî 11 salî şehîd bû.Kemîn danîn û 5 kesê din jî şehîd kirin.Li dijî van tiştan bavê min û hevalên wî li ber zilma PKKê rabûn ser piyan û mucadele kirin û nehiştin ku PKKli ser heremê hakim bibe.Gelek eziyet û zehmetî kişandin.Mucadeleya wan cesaret da wan gundên derdorê jî.”

 “ Hemû tişt ji bo Xwedê bû”

Menîce Ugurtaya ku xanima yekemîn a Hecî Mihemede Ugurtay bû bi gotina ‘Hemû ji bo Xwedê bû’ dest bi axavtina xwe kir û wiha pê de çû: “Bi çûyîna wî em tik û tenê man. Lê me her çi kiribe ji bo Xwedê bû.Gelek eziyet li wî û hevalên wî kirin.Wî ji ber ku digot ‘Xweda heye û em di rêya Wî de ne’ derb û şehîd kirin.Digotin ku heger bi qasî rojekê jî emrê wan hebe ew  ê dev ji doza Îslamê bernedin.Murtedan ji ber vê yekê wan kuştin.Tu sebebeke din nîn bû.Ew ji bo Îslamê hemû tişt dabûn ber çavên xwe û li dijî Îslamê digel Mislimanan bûbûn yek.Di vê rêyê de canên xwe feda kirin.Em ê jî digel zarokên xwe di rêya wan de biçin”.

 “Temamê hevalên wî şehîd bûn lê ew dîsa li mucadele kir”

Menîce Xanim di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew qas hevalên wî  hatin şehîdkirin lê ew qet dev ji berxwedana xwe bernedaye û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Şehîd di vê rêyê de temamê hevalên xwe winda kir.Lê berê xwe ji tu tiştî venegerand.Digel îqaz û telqînan ji wê rêya ku dizanibû ku rast e berê xwe neda dereke din.Dijminê wî tenê PKK bû.Tu dijminê wî yên din  nînbûn.Di encamê de PKK wî şehîd kir.Ji malbata xwe re bi merhemet bû.Me qet jê zext nedî.Temamê zarokên xwe bi terbiya Îslamê mezin kir.Rebbê min heqê me li ba zaliman nehêle.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir