• DOLAR 34.692
  • EURO 36.633
  • ALTIN 2959.5
  • ...
Henîyye: Filistîn ne ya firotinê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Şaxa Siyasî yê Hamasê derbarê wê komxebata Bahreynê ya ku di bin navê komxebeta îqtîsadî de tê lidarxistin de nirxandinan  kir. Henîyye di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir ev komxebateke siyasî ye û di bin navê komxebeta îqtîsadî de têt kirin.

Henîyye di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Em li Filistînê û li temamê warên ku lê Filistînî dijîn ji heyameke dîrokî re şahidîyê dikin. Doza Filistîn bi tehdîdeke stratejîk re rû bi rû me ye ku het aîro ev rewş derneketibû holê.   Xelkê Filistînê heta îro tawîz nedaye tu kesî.”

Henîyye di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Filistîn ne ya firotinê ye” û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Xelkê Filistînê berî niha dek û dolab û planên ku li hember doza Filistînê hatin tertîpkirin hilweşand û ew ê ji niha pê ve jî hilweşîne.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir