• DOLAR 32.381
  • EURO 35
  • ALTIN 2326.131
  • ...
“Amerîka ne xwedî hêz e ku Îranê ji holê rake”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyanîya xwe ya ku doh belav kiribûn de gefa ji holê rakirinê li Îranê xwari bû ku Muhammed Cevad Zarîfê Wezîrê Karên Derve yê Îranê bersiv da van gefxwarinên Donald Trump û got “Amerîka ger çekên kîmyeyî bi kar neyîne nikare Îranê ji holê rake.”

Trump di daxuyanîya ku ji ser hisaba xwe  ya medyaya civakî belav kir de destnîşan kir ew ê bi şiklê herî tund bersivê bidin êrîşa ku li hember wan bê kirin û dû re wiha got: “Êdî John Kerry û Obama tune ye.”

Trump di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir Îran ji merhemetê fam nake, bes ji hêz û qewetê fam dike. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir