Yildirim: Reqîbê min li pêş e, ez wî tebrîk dikim.
Bînalî Yildirimê Namzedê Serokatîya Şaredarîya Bajêra Mezin ê Stenbolê yê AK Partîyê destnîşan kir, li gorî encamên ewil ên hilbijartinê Ekrem Îmamoglu li pêş e, ez wî tebrîk dikim.
Hat ragihandin encamên ewil ên hilbijartina Serokatîya Şaredarîya Bajêra Mezin ê Stenbolê hatin daxuyandin, li gorî encamên neteqez namzedê CHPê li Ekrem Îmamoglu li pêş e.
Heta niha ji sedî 94ê sindoqan hatin vekirin. Li gorî rayên ku hatine hilbijartin Îmamoglu 4 milyon û 473 hezar û 818 deng û Yildirim jî 3 milyon û 791 hezar û 227 deng stand.
Piştî encamên ewil ji teref Bînalî Yildirimê Namzedê Serokatîya Şaredarîya Bajêra Mezin ê Stenbolê yê AK Partîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Yildirim di daxuyanîya ku belav kir; li gorî encamên ewil ên hilbijartinê Ekrem Îmamoglu li pêş e, ez wî tebrîk dikim.(ÎLKHA)