Li Stenbolê dengdayîn bi dawî bû
Stenbolî îro ji bo hilbijartina serokatîya Şaredarîya Bajêra Mezin a Stenbolê çûn li ser sindoqan. Hilbijartinên ku di seat 08.00an de dest pê kiribû bi dawî bû.
Lijneya Hilbijartina Bilind hilbijartinên Serokatîya Şaredarîya Bajêra Mezin a Stenbolê ya ku di 31ê Adarê de hatibûn kirin betal kiribû û biryar dabû ku di 23ê Hezîranê de hilbijartin ji nû ve bên kirin.
Îro 31 hezar û 342 sindoq ji bo hilbijartinan hatin danîn û 10 milyon û 560 hezar û 963 hilbijêr çûn li ser sindoqan û raya xwe bi kar anîn.
Hilbijartina ku di seat 08.00an de dest pê kir dê di seat 17.00an de bi dawî bû.(ÎLKHA)