• DOLAR 32.567
  • EURO 34.946
  • ALTIN 2429.1
  • ...
Li Etîyopyayê teşebûsa darbê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Hat ragihandin li parêzgeha Amharaya xweser a Etîyopyayê komeke çekdar xwest ku li hember hikûmetê darbê bike, lê belê darbê bi ser neket.

Derbarê mijarê de ji teref Sekreterê Ofîsa Çapemenşîyê yê Serokwezîrtîyê yê Etîyopyayê Nîgasu Tîlahun ve daxuyanîyek hat belavirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin teşebûsa darbê hatiye astengkirin.

Serokwezîrê Etîyopyayê Abîy Ahmed jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Ahmed di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, Serokê Sererkanîyê  Seare Mekonnen hatiye kuştin ku li gorî hinek îddîayan ji teref hevkarên xwe ve hatiye kuştin.

Li gorî agahîyan ji teref midûrê berê yê ewlehîyê û hinek kesên ku berî niha di girtîgehê de mane ve hatiye xwestin darbe bê kirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir