• DOLAR 32.509
  • EURO 34.797
  • ALTIN 2419.611
  • ...
Stenbolî ji bo hilbijartinan îro diçin sindoqan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Stenbolî îro ji bo hilbijartina serokatîya Şaredarîya Bajêra Mezin a Stenbolê diçin li ser sindoqan. Hilbijartin di seat 08.00an de dest pê kir.

Lijneya Hilbijartina Bilind hilbijartinên Serokatîya Şaredarîya Bajêra Mezin a Stenbolê ya ku di 31ê Adarê de hatibûn kirin betal kiribû û biryar dabû ku di 23ê Hezîranê de hilbijartin ji nû ve bên kirin.

Niha li 31 hezar û 342 sindoq ji bo hilbijartinan  hatine danîn û ew ê 10 milyon û 560 hezar û 963 hilbijêr biçin li ser sindoqan û raya xwe bi kar bînin.

Hilbijartina ku di seat 08.00an de dest pê kir dê di seat 17.00an de xelas bibe.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir