• DOLAR 32.59
  • EURO 34.723
  • ALTIN 2508.763
  • ...
Ji bo alimê ku di kampên Çîna komunîst de jiyana xwe ji dest da nimêja cinazê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin  birêveberîya komunîst a Çînê ya ku Mislimanên Uygur di kampên berhevkirinê de kom dike û zilmên cûrbecûr li wan dike, Mislimanan di fabrîkayan de wek koleyan dide xebitandin.

Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî milyonek Mislimanên Uygur ên ku ji teref Partîya Komunîst a Çînê ve di kampan de tên girtin bi zorê û bi gefxwarinan  di fabrîkayan de tên xebitandin.

Ew kampên bi navê gulag ên ku di  heyama Yekîtîya Sovyetan de hatin damezrandin li Çînê bi navê laojîao hatin binavkirin. Di sala 2013an de di rê û rêgezên van kampan de verastkirin hatin kirin û li van kampan kesên Misliman bi doktrînên Komunîst û îşkenceyan tên asîmîlekirin.

 Di dîmenên ku ji stalaytê hatine girtin de tê dîtin kampên  berhevkirinê yên ku li çolên Tirkistana Rojhilat hatine damezrandin û tê de  bi sedhezaran Mislimanan  tên girtin di nava sala dawî de 3 qet mezintir bûne.

Li gor Neteweyên Yekbûyî nêzî milyonek Mislimanên Uygur di bin navê “navendên perwerdehîyê” de li van kampan tên girtin.

Alimê bi navê Nûr Muhammed Tohtîyê alimê navdar ê Tirkistana Rojhilatî yek ji wan kesên ku di van kampan de dihatin girtin bû ku ew jî wek wan kesên din di şert û mercên giran de dijîya ku ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest da.

Ji bo alimê bi navê Nûr Muhammed Tohtîyê alimê navdar êTirkistana Rojhilatî nimêja cinazê ya xiyabî hat kirin. Piştî nimêja cinazê ya xeybî ya ku li Mizgefta Fatîhê hat edakirin re axavtin hatin kirin û bal hatin kişandin li ser zilma ku ji teref Çîna komunîst ve li Mislimanan  tên kirin.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir