• DOLAR 32.59
  • EURO 34.821
  • ALTIN 2509.419
  • ...
Li Xazzê qeyrana dermanan berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Xazzeya ku ev bû 12 sal di bin dorpêça siyonîstên terorîst de ye û lê ji sedî 52yê dermanan nayê peydakirin qeyrana heyî berdewam dike.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê ya li Xazzê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belevkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; heta îro di warê dermanan de qeyraneke wisa nehatibû dîtin ku ev qeyran her ku diçe zêdetir dibe.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin şert û mercên di warê tenduristîyê de her ku diçe girantir dibin ku ew ê ev yek ji bo  nexweşxan  bibe sedema bobelateke mezin.

Muhammed Ebû Salmîyehê Midûrê Nexweşxaneya Zarokan ê Dr. Abdulazîz Rantîsî di civîna çapemenîyê de banga rizgarkirina nexweşên li Xazzê kir û destnîşan kir niha li Xazzê ji sedî 52yê dermanên pêwîst nayên peydakirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir