Di navbera malbatan de pevçûn: 6 mirî
Li Sêwereka navçeya Rihayê di navbera du malbatan de pevçûna çekdarî derket. Di encama pevçûna ku derket û di qezaya ku piştî pevçûnê pêk hat de tevde 6 kes mirin.
Hat ragihandin li Sêwereka navçeya Rihayê di navbera du malbatan de pevçûna çekdarî derket. Di encama pevçûna ku derket û di qezaya ku piştî pevçûnê pêk hat de tevde 6 kes mirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Çeltîka taxa Sêwereka Rihayê di navberên kesên ku endamên Eşîra Îzol bûn û nasên hev bûn de pevçûn derket. Di encama pevçûna ku derket de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Dema ku kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê di rêya nexweşxanê de qeza pêk hat û di vê qezayê de 2 kesên ku wesayîtê li wan de jiyana xwe ji dest dan.
Polês û cendirmeyan li derdora nexweşxaneya ku birîndar lê tên dermankirin tedbîr standin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)