• DOLAR 32.573
  • EURO 35.004
  • ALTIN 2433.475
  • ...
Di konteynera çopê de ceseda bebekê hat dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Antakyaya navçeya Hatayê di konteynera çopê de ceseda bebekê hat dîtin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li ser Kolana Şukru Guçlu ya li Taxa Kuzeytepeyê kesekî Sûrîyeyî yê ku karê berhevkarîya kaxizan dikir di konteynara çopê de ceseda bebeka ku nû hatiye dinyayê dît.

Kesê Sûrîyeyî piştî xeber da rayedaran yekîneyên tenduristîyê hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin. Di encama lêkolîna ku hat kirin de hat tespîtkirin ku cesed a bebekeke qîz a ku nû hatiye dinyayê ye.

Piştî lêkolîna ku ji teref polêsan ve hat kirin re cesed hat birin mirîxanê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir