• DOLAR 32.61
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.42
  • ...
Temsîlkarê Hewlêrê yê HUDA PARê: Li Kurdistanê teweccuheke mezin ji me re hat nîşandan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PARê di 1ê Gûlana sala 2019an de li Hewlêra paytexta Kurdistana Başûr temsîlkarîya xwe ya ewil a li derveyî Kurdistana Bakûr û Tirkîyê vekir.

Piştî vekirina temsîlkarîya ewil a HUDA PARê temsîlkarên partîyên siyasî, rîspî, temsîlkarên sazîyên sîwîl ên civakî û welatîyên Kurdistana Başûr eleqe û teweccûheke mezin nîşan dan. Lê belê hinek derdor û hêzên tarî tahamulî vê yekê nekirin û derbarê HUDA PARê de tiştên nerast û derew gotin.

Evdissemed Yalçinê Temsîlkarê Hewlêrê yê HUDA PARê derbarê van derew û gotinên nerast ên ku derbarê wan de tên gotin de ji ÎLKHAyê re nirxand. Yalçin di nirxandina  ku kir de destnîşan kir ew li Kurdistanê eleqe û teweccûheke mezin dîtin û ew guh nadin îftîrayên wan kesên ku derheqê wan de tiştên nerast dibêjin û xebatên xwe didomînin.

 “Erdnigarîya Îslamê ew erdnigarî ye ku emperyalîzma kurewî dixwaze herî zêde midaxe lê bike”

Yalçin di berdewama nirxandina xwe de diyar kir ji ber ku ew li Kurdistanê mêvanan qebûl kirine û çûne mêvandarîyê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em li Hewlêrê ne da ku em partîyên siyasî, sazîyên sîwîl ên civakî,ulema, xelkê Kurdistanê nas bikin û xwe bi wan bidin naskirin.  Weke ku tê zanîn erdnigarîya Îslamê ji hêla rageşîyan ve herêma herî germ e. Erdnigarîya Îslamê ew erdnigarî ye ku emperyalîzma kurewî dixwaze herî zêde midaxe lê bike. Gotine me ya ku derbarê Kurd û Kurdistanê de, mafên însanan de, heq û hiqûqê de bên gotin û projeyên ku bên sepandin hene.”

 “Bernameya HUDA PARê şiklê nivîskî ya tecrubeyên micadeleyekê ne”

Yalçin di berdewama axavtina xwe de derbarê bernameya HUDA PARê de destnîşan kir tetbîqkirina bernameya HUDA PARê ne xewn û xeyal e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bernameya HUDA PARê şiklê nivîskî ya tecrubeyên micadeleyekê ne. Em dibêjin gelek projên me yên muhîm ên derbarê vê herêmê de hene ku divê li ser wan bê axavtin.  Me vê yekê di bernameya xwe diyar kir. Me helwesta xwe ya derbarê vê mijarê de bi daxuyanîyên xwe nîşan da.”

“Li Kurdistanê hemd ji Xweda re ku teweccûheke mezin nîşanî me dan”

Yalçin di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew dixwazin xwe li Kurdistanê bidin naskirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bila helwesta me, projeyên me, nêrîn û helwesta me û pêşînîyazên me yên çareserîyê bên axavtin û gotûbêjkirin da ku ew kesên ku dost in, muxalif in, siyasetmedar in  me nas bikin. Armanca me ev e.  Hemd ji Xweda re ku teweccûheke mezin li Kurdistanê nîşanî me dan.  Ew pêkhatîyên ku şaxên emperyalîzma kurewî ne ji wê teweccûha ku ji temsîlkarîya me re hat nîşandan aciz bûn. Xelkê Kurdistanê û derdorên siyasî eleqeyeke mezin nîşanî me dan, em guh nadin îftîrayên wan kesên ku derheqê me de tiştên nerast dibêjin û  em xebatên xwe didomînin.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir