• DOLAR 32.601
  • EURO 34.818
  • ALTIN 2497.114
  • ...
Erdogan û Rûhanî hevdîtin kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ji ser telefonê hevdîtinek kirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de her du serokkomar pêwendîyên dualî gotûbêj kirin.

Li gorî xebera ku ji teref ÎRNAyê ve hat belavkirin Erdogan di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir Tirkîye û Îran li herêmê du welat in ku her du welat jî birayên hev in û hevkarîya dualî yên ku dê bên zêdekirin li gor berjewendîya xelkê her du welatan e.

Hesen Rûhanî jî di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir “Îran û Tirkîye di welatên bi hêz ên alema Îslamê ne.Her du welat dikarin hevkarî û pêwendîyên xwe zêde bikin û bi vî awayî dikarin bibin wesîleya îstîqrar û ewlehîya herêmê.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir