Di qezayan de 86 kes jiyana xwe ji dest dan
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu destnîşan kir “Di betlaneya 9 roj a îdê de 86 welatîyên me jiyana xwe ji dest dan.”
Ji teref Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ve derbarê qezayên ku di îdê de pêk hatin de daxuyanîyek hat belavkirin.
Soylu di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “Di 9 rojên ku betlaneya îdê bûn de li 39 bajarên me tevde 73 qezayên ku tê de mirin pêk hatin çêbûn. Di van qezayan de tevde 86 welatîyên me jiyana xwe ji dest dan.”(ÎLKHA)