• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Şehîd Aytaç Baran li ser qebra xwe hat bîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dema ku dîrok 9ê Hezîrana sala 2015an nîşan dida PKKyîyên hov û wehş êrîşî Aytaç Baranê Serokê Yenî Îhya-Derê kirin û ew şehîd kirin. Aytaç Baranê ku ji teref PKKyîyên hov ve hat şehîdkirin doh ji teref malbat û hezkirîyên xwe ve li ser qebra xwe hat bîranîn.

Bernameya bîranînê ya ku ji teref Platforma Kerwana Şehîdan ve hat tertîpkirin bi xwendina Yasînê dest pê kir û bi axavtina Endamê Lijneya Îdareya Giştî yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu berdewam kir.

Tanrikulu di destpêka axavtina xwe de Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî, Aytaç Baran û kesên ku di salên 90î de ji teref PKKê ve hatin şehîd kirin yad kir.

Tanrikulu di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser îşxalên ku li ser erdnigarîya Îslamê tê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Emperyalîz îro bi medya, îqtîsad û çandê herb li Îslamê vekiriye û dixwaze bi van hêmanan Îslam û şîarên Îslamê ji ser rûyê erdê rabike.  Dema ku vê yekê dike hêza xwe ya maddî û sanayîya çekan bi kar tîne.  Mustazaf li gor van  emperyalîstan gelek zêde li paş mane. Ew zalimên ku dixwazin ew kesên ku Xweda ew azad xuliqandine bikin evdên xwe divê vê yekê ji bîr nekin. Xalidê lawê Welîd dema ku li rasta dijminan tê dibêje ‘Ez bi artêşeke wisa hatime hemberî we ku ev artêş bi qasî ku hûn ji heyat û şarabê hez dikin ji mirinê hez dike.’ Tiştê ku dikeve li ser milên me heman berpirsîyarî ye.  Divê em ji bîr nekin; xwedîyê vê dozê Xweda ye û zafer li ba Xweda ye.”

Tanrikulu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ‘em mukellef in ku temamê hêz û qeweta xwe bi kar bînin û ji Îslamê re xizmetê bikin’ û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şehîd Aytaç Baran û ew şehîdên din tev ji Îslamê re xizmet kirin. Şehîd Aytaç Barana Qur’an û Sunneta ji însanan re teblîx dikir ku ev yek esasek ji esasên doza ku ew pê îman anî bû.” Meşrûîyeta tu partî, camîa û dewleta ku çavkanîya wê ne Qur’an û sunnet be tune ye.”

Tanrikulu di dawîya axavtina xwe de diyar kir ‘em ji wê civaka ku di nav de dijîn xwedî mesûlîyet in û divê em li gorî vê mesûlîyetê bijîn. Divê em li camî û şîarên Îslamê xwedî derkevin. Divê em li dijî îşxal û dagirkerîya welatên emperyalîstan temamê tefrîqayan deynin alîyekî û em bibin bira.”

Di bernameya ku hat tertîpkirin de bênavber tekbîr hatin avêtin û ji wan kesên ku Aytaç Baran şehîd kirin re lanet hat anîn.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir