• DOLAR 32.591
  • EURO 34.808
  • ALTIN 2511.246
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê çû ziyareta Şêx Ethem Barzanî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku bo ziyaretinan derbasî Kurdistana Başûr bû, li Hewlêrê Berpirsê Herêma Silêmanîyê yê Partîya Demokrat ê Kurdistanê  Şêx Ethem Barzanî ziyaret kir.

Di hevdîtina ku hat kirin de Îshak Saglam destnîşan kir; milletê Kurd bi Îslamê bûye xwedî izzet.

 “Dema ku xelkê Kurd xwe bi dînê xwe ve girtine bûne xwedî izzetê”

Saglam di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir problemên heyî encax bi Îslamê dikarin bên çareserkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Izzet encax bi Îslamê ye. Izzet tu carî bi bi îdeolojîyên mîna sosyalîzm û komunîzmê nayê. Dîrok ji vê yekê re şahid e, çi dema ku xelkê Kurd xwe bi Îslamê girtiye bûye xwedî izzetê û azad bûye.  A niha encax bi vî awayî em dikarin hizûr û aramîyê qezenc bikin.  Hinek kesên dibêjin ‘divê ji dîn, orf û adetan em dûr bikevin’ û dixwazin Kurdan ji taybetîyên xwe yên eslî dûr bikin. Kurd bi vî awayî azad nabin.  Divê em bi dîn, orf û adetên xwe azad bibin.”

 “Problema Kurd neyê çareserkirin hizûr û aramî dê neyê Rojhilata Navîn”

Di hevdîtina ku hat kirin de Şêx Ethem Barzanî jî derbarê problemên heyî de nirxandinan kir û di  nirxandina xwe de ayeta 22emîn a sûreya Rûmê di bîran xist û wiha got: “ Em cûdahîya di navbera zimanan  de dibin wesîle ku em nêzî hev bibin. Milletek dema ku li ser axa xwe nebe ji milletan nayê hesibandin. Axên Kurdistanê gelek berfireh e. Problema Kurd neyê çareserkirin hizûr û aramî dê neyê Rojhilata Navîn. Ji ber ku Rojhilata Navîn di cîhanê de li cihekî stratejîk e ger aştî neyê wê derê dê aştî neyê dinyayê jî.”

Şêx Ethem di dawîya axavtina xwe de  ji HUDA PARê re serkeftin xwest û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Li ser milên we barekî giran heye. Ez ji bo serkeftinê dixwazim.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir