• DOLAR 32.569
  • EURO 34.883
  • ALTIN 2435.785
  • ...
HUDA PARê çû îda partîyên siyasî yên li Kurdistana Başûr
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PARa ku berî niha li Hewlêra paytexta Kurdistana Başûr nûnertîya xwe vekir  û xebatên xwe didomîne çû îda partîyên siyasî yên li Hewlêra paytexta  Kurdistana Başûr.

Temsîlkarê Hewlêrê yê HUDA PARê Evdissemed Yalçin û lijneya pê re di bergeha ziyaretên îdê de bi dorê çûn ziyareta  Bizûtnewey İslamî ya Kurdistanê, Yekgirtûyê Îslamî, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê û Partîya Îslamî ya Iraqê.

Di ziyaretên ku hatin kirin de Temsîlkarê Hewlêrê yê HUDA PARê Evdissemed Yalçin û lijneya pê re ji teref temsîlkarên Partîya Îslamî ya Iraqê,  Serokê Bizûtnewey İslamî ya Kurdistanê Şêx Îrfan, û Hedî Elîyê Koordînatorê Lijneya Îdareya Giştî yê Yekgirtûyê Îslamî ve hatin pêşîwazîkirin.

Piştî ziyaretên ku hatin kirin re Temsîlkarê Hewlêrê yê HUDA PARê Evdissemed Yalçin ji ÎLKHAyê re daxuyanî da.

Yalçin di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew ji ber minasebeta îdê çûn serdana Bizûtnewey İslamî ya Kurdistanê, Yekgirtûyê Îslamî, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê û Partîya Îslamî ya Iraqê, endamên çapemenîyê û temsîlkarên sazîyên civakî yên sîwîl yên li Kurdistanê û me îda wan pîroz kir.

Yalçin di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser xebat û projeyên wan ên HUDA PARê û destnîşan kir “Dema ku qala Kurdistanê têt kirin ew dibin xwedî hest û ramanên cûda û bi vê yekê kêfxweş dibin.” ÎLKHA





















Bu haberler de ilginizi çekebilir