AK Partî û Saadet çûn îda HUDA PARê
Heyetek ji Navenda Giştî ya AK Partîyê û heyetek jî ji Navenda Giştî ya Partîya Saadetê ji ber minasebeta îda Remezanê çûn ziyareta HUDA PARê.
Hat ragihandin di wextên şeveqê heyetek ji Navenda Giştî ya AK Partîyê û di wextên nîvro de jî heyetek jî ji Navenda Giştî ya Partîya Saadetê ji ber minasebeta îda Remezanê çûn ziyareta HUDA PARê û îda hev pîroz kirin.
Heyetên ku hatibûn îda HUDA PARê ji teref Huseyîn Îmîrê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û rayedarên partîyê ve hatine pêşîwazîkirin.
Di hevdîtinên ku ji ber minasebeta îdê hatin kirin de mijarên ku di rojeva Tirkîyê de ne hatin gotûbêjkirin û ji bo çareserîyên meseleyan fikr hatin pêşîwazîkirin.
Her wisa i hevdîtinê Huseyîn Îmîrê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê balan kişand li ser problemên îqtîsadî û çareserîyên wan. ÎLKHA